Hizbullahê firokeyeke Îsraîlê xiste xwarê

Hizbullahê ragihand ku firokeyeke Îsraîlê li nêzî bajarokê Ramiye yê başûrê welat xistine xwarê.

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê xistina firokeya Îsraîlê ragihand û tekez kir ku firoke niha di destê leşkerên wê de ye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Cîhadiyên berxwedana îslamî bi çekên guncaw firokeya Îsraîlê, dema derbasî sînorê Filistîn-Lubnanê dibû, da ku ber bi bajrokê Ramiye yê başûrê welêt ve biçe, xist xwarê."

Berdevkê artêşa Îsraîlê jî agahî piştrast kir û wiha got: "Em ji belavbûna agahiyan natirsin.”

Hizullahê berî çend rojan soza armancgirtina hemû firokeyên Îsraîlê yên ku derbasî xaka Lubnanê bibin, dabû.

Beriya çend hefteyan di navbera Hizbullah û Îsraîlê de alozî derketibû.

(eh)


Mijarên Din