Hiso: Şerekî berfireh li dijî Kurdan heye û divê asta têkoşînê were mezinkirin

Xerîb Heso hişyarî da ku divê bi nêrîneke taktîkî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê neyê nêrîn û teqez kir ku ev êriş bi armanca tunekirina Kurd û Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ye û bang li Kurd, Ereb û her kesê ku li ser axa Kurdistanê dijîn kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Hêzên Parastina Gel (HPG) artêşa dagirker a Tirk ji 23 'yê Nîsanê ve li dijî herêmên Avaşîn, Zab û Metîna hemû cureyên çekên nûjen û pêşketî pêk anîn û 9 caran çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di daxuyaniyên berê de Fermandarê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan û Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik teqez kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê êrişên taktîkî ne, lê belê stratejîk in.

Her du fermandaran bal kişand ser dîroka destpêkirina êrişan û diyar kir ku hemwextî salvgera komkujiyên osmaniyan ên li dijî ermenan pêk hatin û ev yek jî isbat dike ku armanca wan qirkirin e.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di hevpeyvîneke xwe li gel ajansa me de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî berfireh li dijî tevgera nûkirinê ye. Ji ber li herêmê projeya neteweya demokratîk heye û hêzên kapîtalîs li dijî wê yekê ne û destnîşan kir ku civaka navdewletî ji ber dijberiya xwe ya li hemberî her projeyeke nû li herêmê bê deng e.

`PLANEKE HEVPAR DI NAVBERA TIRKIYÊ Û HEVALBENDÊN WÊ DE HEYE`

Hiso êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî hûrgilî nirxanin, ji ber ku gelek girîng in û wiha domand: "Ev êriş li dijî vîna gelê Kurd e. Ne tenê dewleta Tirk ev êriş plan kir, lê belê ev komployeke hevbeş di navbera Tirkiyê û hevalbendên wê de ne."

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike, Avaşîn, Zap û Metînayê dagir bike.

Hiso behsa berxwedana gerliyên HPG`ê ya li hemberî wan êrişan kir û bi Berxwedaneke bêhempa û dîrokî wesifand û got: "Heta niha gerîlayan derbên giran li dagirkera Tirk dan."

Di berdewama axaftina xwe de Hiso da xuyankirin ku şerekî giştî li dijî Kurdan li Başûrê Kurdistanê, Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi serkêşiya Tirkiyê û bi desteka dewletên kapîtalîst heye ku dixwazin serweriyê li gelan bikin û ev xal rêz kir: "Rojava, herêmên Şehba, Eyn Îsa û Til Temirê her tim di bin êrişan de ne. Ava çemê Firatê ji ser herêmê hat qutkirin û li Bakurê Kurdistanê jî niha her kesê ku piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye tê girtin û li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdeke giran tê ferzkirin.”

`ARMANC TUNEKIRINA FIKIR Û VÎNA AZAD E`

Hiso got armanca sereke ya şerê giştê yê li dijî Kurdan ew e ku fikirê azad û îradeya azad ji holê were rakirin û wiha pê de çû: ''Ev ramana azad a ku li Rojhilata Navîn derketî ji Kurdistanê dest pê kir, ji ber vê em dibînin ku hemû peymanên li dijî Kurdan hatine kirin bi zihniyeteke kevn e û bi vê zihniyetê gelan qir dikin û azadiya wan ji holê radikin.''

Xerîb Hiso diyar kir ku civaka navneteweyî di encama nêzîkbûna xwe ya li hemberî geşedanên bi heman zihniyeta kevn de bê deng dimîne, ji ber wê nikare çareseriyekê ji pirsgirêk û krîzên heyî re peyda bike, lewra bê deng e û ev siyaset li gorî siyaseta dewleta Tirk e. Hiso axaftina xwe wiha domand: "Dema dewleta dagirker a Tirk dest bi êrişên li ser îrada me dike û Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û Rûsya bê deng dimînin, ev yek nîşan dide ku bi zihniyeteke kevn bi herêmê re mijûl dibin û ev zihniyet temamkirina sûcên Tirkiyê ye."

Hiso ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Rêveberiya nû ya DYA'yê mûxatabê Erdogan dike û dibêje em ê bi qirkirina Ermen îtîraf bikin û di heman demê de dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Kurdistanê, li ser îradeya gelê Kurd û ramana azad a hemdem dide destpêkirin. Ev yek delîl e ku dewleta Tirk ya ku bi sûcên xwe tê naskirin ku siyaseta erd şewitandî dide meşandin û serkêşiya terorê, Îslama radîkal û îdeolojiya terorê dike, erêkirin girtî ye da ku êriş bike."

`DEWLETA TIRK LI SER ASTÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ DESTEKÊ DIGIRE`

Her wiha Hiso got: "Dewleta Tirk sûcên herî qirêj li dijî me pêk tîne û civaka navdewletî jî bê deng e, ji ber vê yekê em dibêjin ku ev êriş ji aliyê dewletên din ên wekî Amerîka û hin dewletên Ewropayê ve tên destekirin û ne dûr e ku hinek welatên Ereb piştgiriya wê dikin."

Hiso bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina berxwedaneke mezin a li hemberî êrişên dewleta Tirk û ev berxwedan jî li gorî vîna azad a gelan be û wiha domand: "Êrişa dawî ya li dijî herêmên Avaşîn, Zab û Metînayê ne tenê PKK'ê armanc dikin, lê belê êrişeke ji bo tasfiyekirina her tiştê bi navê Kurd û Kurdistanê ye."

Hiso xuya kir ku divê gelê Kurd bizanibe ku dewleta Tirk li dijî vîna kurdî ye û hebûana kurdekî qebûl nake û hebûna gelê Kurd li ser xwe xetere dibîne. Her wiha ruxmî têkilî di navbera civaka navneteweyî û Başûrê Kurdistanê de heye, lê nikarî dewleta Tirk bi ala Başûrê Kurdistanê û ne heta bi pûlekê ku li ser nexşeya Kurdistanê heye îqna bike.

`CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞIRÎKÊ KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ YE`

Hiso teqez kir ku ji sedemên bingehîn ên êrişên dewleta Tirk û komkujiyên wê yên li dijî kurdan, bêdengiya civaka navneteweyî ye û wiha pê de çû: “Eger civaka navneteweyî xwedî hêz bûya û rêz ji mafên mirovan û vîna gelan re bigirtaba, wê karîbûya pirsgirêka Kurd çareser bikira ku yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e, çi li Sûriye yan jî li Îran yan jî Iraq yan jî li Tirkiyê dibe bila bibe."

`DIVÊ DOZÊN BINAKOK LI SER HESABÊN KURDAN NAYÊN ÇARESERKIRIN`

Hiso diyar kir ku eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên binakok ên li Rojhilata Navîn çareser nabin, lê wê hîn kûrtir û aloztir bibin û got: "Çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn yekser bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û divê civaka navneteweyî vê yekê nas bike, fêm bike ku pirsgirêk bi şer û kuştinan çareser nabe û divê çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan li herêmê ne li ser hesabê doza Kurd be."

Hiso teqez kir ku dewletên Kurdistanê dagir kirine û civaka navdewletî, doza Kurd wekî kazixeke siyasî bi kar tînin, di serî de dewleta Tirk ku di vê mijarê de sûd ji helwesta lewaz a civaka navdewletî digire û niha jî dest bi êrişên li ser 3 parçeyên Kurdistanê dike û wiha got: "Bikaranîna doza Kurd wek kaxizeke siyasî li dijî exlaqan e. Ya herî rast xwedî li vîna gelê Kurd derketin e û çareserkirina doza Kurd bi awayekî adil e."

Hiso bi gotina gelê Kurd rêxistinbûyîna xwe ava kiriye û bûye xwedî hêz û vîn û ji bo doza xwe tê dikoşe û xwedî felsefeyek û zihniyeteke pêşketî û modern e ku hewl didin azadiyê bi dest bixe, demokratiyê û biratiya gelan pêk bîne, xwedî li nirxên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de derdikeve behsa têkoşîna wî kir û got: “Gelê Kurd bi gelên Rojhilata Navîn re yên ku bawer dikin ku rizgariya wan ji neheqî û zordariyê bi çareserkirina doza Kurd bi awayekî adil pêk tê, gavên mezin û dîrokî avêtin. Lewra Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê dixwazin Kurdan tune bikin.”

Hiso wiha bêdengiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê rexne kir: "Ev ne cara yekê ye ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî îradeya gelê Kurd çi li Başûr, çi li Rojava bê deng dimîne û ev bêdengî delîl e ku lihevkirinek di navbera wan de heye.”

Hiso da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li dijî Avaşîn, Zab û Metînayê ranawestin dê bidom in, ji ber ku armanca sereke tunekirina her tiştê bi navê Kurdistanê ye û got: ''Heke dewleta Tirk herêmek dagir kir dev jê bernede, berevojî wê baregehên leşkerî li wir ava dike. Idlib mînaka vê ya herî berbiçav e û divê hikumeta başûrê Kurdistanê baş vê yekê bizanibe.''

Hiso eşkere kir ku PDK`ê niha di qonaxeke gelekî zehmet re derbas dibe û eger bi van siyasetan dewam bike wê dawî li xwe bîne û wiha domand: "Niha PDK`ê dorpêçkirî ye, ji aliyekê dagirkera Tirk ve ber bi Başûrê ve bi pêş ve diçe, li aliyê din jî Heşid El-Şabî. Zemîna hezkiriyên xwe winda dike. Lewar divê ji bêdengiya xwe derkeve."

`KÎ BI DEWLETA TIRK RE DIDE Û DISTÎNE?`

Hiso diyar kir ku Tirkiye welatekî dagirker e û nûnertiya wê xeta îslama sunnî dike û wiha axivî: “Lê divê em baş bizanin ka kî bi dewleta dagirker re dide û distîne, komên çete ne ku li Sûriyê şer kirin, ji çeteyên Cebhet El-Nusra heta çeteyên DAIŞ û çeteyên bi navê `Sultan Murad` in. Dewleta Tirk wan komên çeteyan bi desteka Qeterê û hinek dewletên ku piştgiriya terorê dikin, di şerên xwe de bi kar anîn."

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyê li Lîbya û Qerebexê bi kar anîn û ew şandin Kurdistanê û got: "Dewleta Tirk leşkerên xwe di şeran de bi kar nayne, lê belê alîgir û çeteyên xwe bi kar tîne. Li Bakurê Kurdistanê jî cerdevanên gundan bi kar anîn û li Başûrê jî hin hevalbendên xwe bi kar anîn û li Sûriye û Lîbyayê jî çete bi kar anîn."

`ARMANC JI PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ, PÊŞXISTINA ÇETEBÛNÊ YE, DIVÊ KURD Û EREB ASTA BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN`

Hiso da xuyakirin ku dewletên kapîtalîst ên ku desteka Tirkiyê dikin, armanc dikin ku çetebûnê pêş bixin, çeteyan li ser sînorên Îranê û Ezerbeycanê bi cih bikin da ku zextê li Îranê bikin. Lê heke şerek di navbera Îran û Amerîkayê de rû bide dê li ser axa Kurdistanê be, wê ne di nava xaka Îranê de û ne jî li Amerîkayê be, mîna ku berê di dema şerê Îran û Iraqê de çêbûye. Dewleta Tirk vê yekê dizane û ji bo wê planek amade kiriye. Niha wek polîsekê li cem Amerîkayê kar dike. Dê Kurdistanê di vê rewşê de d derbên giran bixwe û ne dûr e Kurdistan bibe 6 parçe.

Xerîb Hiso teqez kir ku pêwîst e gelên Kurd û Ereb berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk û planên li djî herêmê mezin bikin û wiha axivî: "Dewleta Tirk beşên ji Sûriyê û Iraqê dagir kirine. Mînak piştî ku civaka Êzidî piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kir, hikumeta Iraqê plan kir ku vîna êzidiyan bişikîne, lê li pêşberî dagirkera Tirk bê deng e ku rûberên fireh ji axa Iraqê li Başûrê Kurdistanê heta bigihêje Başîqeyê dagir dike."

Her wiha Hiso got: "Gelê Iraqê û gelê Sûriyê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ku li her du welatan gelek dever dagir kirine bê deng in û cidiyeta vê dagirkeriyê nabînin. Bêdengiya wan rolek di firehkirina qada dagirkirinê de û pêkanîna komkujiyên hovane de li dijî van dewletan dilîze.”

`CIVAKA NAVNETEWEYÎ RÊ DIDE TIRKIYÊ KU ÊRIŞÊN KÎMYAWÎ LI DIJÎ KURDAN PÊK BÎNE`

Hiso bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Kurdan û got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawî yên li ser herêmên Zab, Avaşîn û Metînayê de gelek caran çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG`ê bi kar anîn. Li gorî qanûnên navneteweyî ev sûc e. Lê ruxmî wê jî hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin. Ev çek ne tenê bandorê li mirovan dike, lê belê xwezayê wêran dike. Civak û jiyanê bi hev re têk dibe.”

Hiso siyasetên civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên bi rêgezên xwe re bi nakok in, şermezar kirin û got: "Li Sûriyê çekên kîmyawî hatin bikaranîn, ev doz heta niha li hemû qadên navneteweyî li dar e."

Têkildarî bêdengiya rêxistinên têkildar a li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî Hiso got:  “Ev delîl e ku ew hevkarên dewleta Tirk di êrişên li dijî Kurdan de ne. Bêdengiya wan derfetê dide dewleta Tirk ku wan sûcan pêk bîne. Li Sûriyê bi rêya çeteyan, li Lîbyayê û niha jî li herêmên Başûrê Kurdistanê bi kar anîn”.

Hiso wiha pirsî: "Çima niha dosyaya çekên nukleerî yên Îranê li ser qada navneteweyî tê nîqaşkirin? Çima li Iraqê mijara çekên nukleerî di dema borî de nehat nîqaşkirin û çima dosyaya bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî nayê nîqaşkirin? Divê civaka navneteweyî vê yekê zelal bike.”

Xerîb Hiso bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî çekên kîmyewî û di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku destwerdanê bikin û rastiya bûyerên ku niha li ser erdê li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin bibînin û got: "Divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî mijarê bişopîne û rastiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nas bike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din