Hiso: Bûyerên li Şengalê rû didin, berdewama komploya li dijî Kurdan e                    

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso diyar kir ku sewqiyetên leşkerî yên li Şengalê ji êrişên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne dûr in. Hiso piştrast kir ku ev yek di çarçoveya komployekê li dijî kurdan pêk tê.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî kombûna hêzên Iraqê li Şengalê ji ANHA`yê re axivî.

Hiso lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi bedbînî (bextreşî ye) pênase kir û got, ne ji berjewendiya civaka Êzidî ye.

Hiso bal kişand ku nûnerên êzidiyan li Şengalê gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk anîn lê kesekî guh neda daxwazên wan.

Her wiha Hiso di nav gotinên xwe de lihevkirin bi Fermaneke nû ya li dijî êzidiyan bi nav kir. Êzidiyên ku DAIŞ`ê komkujî li dijî wan pêk anîn û tenê di 24 saetan de herêm dagir kir. Li şûna parastina Şengalê û êzidiyan, hêzên hikumeta Iraqê û pêşmergeyên PDK`ê revîn. Di vir de Hiso wiha domand: “Hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bê berxwedanî Şengal radestî Bozkurtên DAIŞ`ê kir.”

Hiso di berdewama gotinên xwe de da xuyakirin ku Şengal bi saya Hêzên Parastina Gel (HPG) ji DAIŞ`ê rizgar bû, cîhan jî bû şahidê berxwedana gerîlayan û êzidiyan ji bo rizgarkirina Şengalê.

Hiso wiha pê de çû: “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî gelê Êzidî pêk anî, ji bo civaka êzidî û parastina çanda wan, fedekarî pêşkêş kir. piştre vegerîn çiyayên Kurdistanê.”

Derbarê desteka ku Hewlêr an jî Bexda ji êzidiya re pêşkêş kiriye, Hiso îşaretpê kir ku ev 6 sal in Şengal rizgar bûye, lê di dirêjahiya van salan de ne Hewlêr û ne jî Bexda tu piştgirê ji êzidiyên ku ji hêla DAIŞ`ê ve koçber bûn, hatin kuştin û revandin, pêşkêş nekir. Berovajî wê, dema Hêzên Sûriya Demokratîk jinên Şengalê ji DAIŞ`ê rizgar dikin, hikumeta Bexda qebûl nedikir ku ew jin derbasî axa wê bibe.

Hiso sedam kombûna hêzên Iraqê li sînorên Şengalê pirsî û got: “Çima li ser sînorên Şengalê 10 hezar leşkerên Iraqê li ser sînorên Şengalê kom bûne. Ew dixwazin vîna êzidiyan kontrol bikin. destkeftiyên ku bi saya xwîna xwe bi dest xistine, wêran bikin. xuyaye ku hikumeta Bexda dixwaze Êzidî yan bimirin an jî teslîm bibin.”

Xerîb Hiso ev yek li gotinên xwe zêde kir: Artêşa ku niha berê xwe daye Şengalê heman artêşa ku sala 2014`an ji pêşiya DAIŞ`ê reviyaye. Îro fermaneke nû li dijî Êzidiyan pêk tê. Dema DAIŞ`ê komkujî li dijî êzidiyan pêk dianîn çima 10 hezar leşkerên Iraqê ew neparastin, çima niha dixwazin bikevin herêmê?

Hevserokê TEV-DEM`ê rave kir ku kombûna hêzên Iraqê li Şengalê gavek neyînî ye. Ji wê zêdetir gaveke gelek xeternake ku êzidiyan û hebûna wan li Şengalê tehdîd dike. Hiso hişyarî da ku her gavek ji hêla Iraqê ve tê wateya gurkirina rageşiyê li dijî Êzidiyan. Ji bo êzidiyan jî ev tê wateya hebûn û nebûnê yanî yan berxwedan an jî mirin.

Hiso helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî Şengalê şermezar kir û got: Heke bi rastî dewleta Iraqê, dewleteke federal e, wê demê dê bi Rêveberiya Xweser a şêniyên Şengalê îtîraf bikira. Heke hikumeta Iraqê li ser vê helwesta xwe ma, dê careke din xwîn birije, dê tenê hinek alî mîna dewleta Tirk a dagirker sûd jê bigirin.”

Hiso bang li civaka navneteweyî kir ku yekser mudexele bike û bûyerên li dijî Êzidiyan bidin rawestandin. Bi taybet Neteweyên Yekbûyê (NY) ya ku sponseriya lihevkirina di navbera her du hikumetên Bexda û Hewlêrê de kir.

Hiso piştrast kir ku civaka êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê vîna xwe radestî artêşekê ku wan naparêze nakin. Teslîm nabin û dê xwe û projeya xwe biparêzin.

Têkildarî tevgerên PDK`ê Hiso got: “Ne dûr e, hêzên PDK bi artêşa Bexdayê re derbasî Şengalê bibin. Dibe ku her du alî Şengalê dorpêç bikin. Şêniyan birçî bikin da ku wan bidin teslîmkirin. Ew ê heta herikîna avê ber bi Şengalê ve qut bikin. Ew ê nehêlibin gelê me ayînên xwe pêk bînin. Komploya li dijî Şengalê mezin e.”

Hiso diyar kir ku diviyabû Bexda navenda çareseriya pirsgirêkan bûya li şûna ku bûbûya navenda komployên qirkirina gel.

Her wiha Hiso got divê hikumeta Hewlêrê ji planên PDK`ê hişyar be û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê baş bizane ku heke îro Şengal hate kontrolkirin, dê Başûr jî were kontrolkirin.”

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso bal kişand ser ku ne tenê li dijî Şengalê lê belê li dijî Kurdan, çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployeke hevbeş heye.

Hiso domand û got: “Dewleta Tirk ji beriya 3 salan ve Efrîn dagir kir, ji salekê ve Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike. Niha jî êrişî Til Temirê û Eyn Îsayê dike. Ew li Başûrê Kurdistanê jî êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Hikumeta Iraqê jî dixwaze Şengalê kontrol bike. ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Ev planeke hevbeş e.”

Xerîb Hiso di dawiyê de piştrast kir ku zihniyeta neqebûlkirina aliyê din li Rojhilata Navîn belav bûye. Ew jî sedema tevahiya komkujiyan û azarên ku li dijî gelên herêmê pêk têne, di sêrî de gelê Kurd. Hiso wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Diyalog, qebûlkirina aliyê din rêya tekane ya çareserkirina aloziyên herêmê ye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din