Hiqûqnasa ji Urdinê: Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê sûcên şer in

Çalakvana hiqûqnas a beşa mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl li Urdinê Emel Kurdî diyar kir ku binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji sûcên şer in.

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser malpera xwe ya fermî roja pêncşema borî (16’ê Çileyê), raporek li ser rewşa li Sûriyê weşand û tê de behsa binpêkirinên li dijî zarokên Sûriyê kir, her wiha bi sernavê "Rapora NY’yê; zarokên Sûriyê ji zarokatiya xwe bê par in, sûcên hikumet û komên çekdar dikin berdewam in" lê raporê behsa binpêkirinên dewleta Tirk û êrişên li ser zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekir.

Li ser tunebûna binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rapora NY’yê de, çalakvana hiqûqnas a Urdinê Emel Kurdî ya pispora mafên mirovan û rêxistina civaka sivîl li gel ajansa me wiha daxuyand: "Dîmenên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Zarokan tên, ku di komkujiyan de tên kuştin, pir bi êş in. Ev binpêkirin û êrişên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan, nerêzgirtina li hember qanûnên navdewletî û mîsaqên mafên mirovan, dikevin xana sûcên şer."

Emel Kurdî bal kişand ser van binpêkirinan û wiha got: "Binpêkirina dawî, komkujiya bajarê Til Rifetê ya bi destê dewleta Tirkiyê û komên girêdayî wê li dijî sivîlan bi taybet jî zarokan, bû. Ev jî girêdayî plana bimetod a derxistina şêniyên resen û pêkanîna planên Tirkiyê li herêmê ye.”

Emel Kurdî bang li NY’yê kir ku tev bigere û xebateke cidî ya sînordarkirina van binpêkirinan deyne û wiha anî ziman: "Divê NY’yê û rêxistinên mafên mirovan bi lez tev bigerin û xebateke cidî ya mezin ji bo zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re der barê van plan û binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê bi taybet zarokan pêk tên de, pêk bînin."

Çalakvana hiqûqnas a pisporiya mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl Emel Kurdî diyar kir ku hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl li tevahî cîhanê der barê rewşa li Sûriyê û bi taybet zarokan de çi li hundir, çi li derveyî Sûriyê dibe, bi fikar in û divê NY, rêxistinên civaka sivîl û dewlet tevahî tev bigerin da ku sivîlan rizgar bikin û Sûriyê dûrî şer bihêlin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din