​​​​​​​Hiqûqnas û oldaran êrişên Tirkiyê wekî qirkirina komî hesibandin

Hiqûqnas û oldarên li Teqa û Şehbayê destnîşan kirin ku sûc û komkujiyên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, sûcên şer in û tekezî li ser berxwedanê û girêdana bi axê re kir.

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên hemû beşên civakê berdewam in.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/06/184302_-1.png

Têkildarî van êrişan, serokê Nivîsgeha Komeleya Al El Beyt a Tebqayê Şêx Ednan Ilêwî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê zindîkirina DAIŞ`ê ye.

Ilêwî destnîşan kir ku hedefgirtina navendên xizmetguzariyê, binesaziya heêrmê, mizgeft û kampa Holê li ser hemû cîhanê xetere ye û di tu olan de nayê qebûlkirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/06/184217_-2.png

Endamê Yekitiya Parêzeran a Tebqayê Ebdulhemîd El Xemrî jî têkildarî heman mijarê axivî. El Xemrî got ku tiştê dewleta Tirk a dagirker dike qirkirina komî ye û bal kişand ku her kiryarekî bi mebesta tunekirina netewe, etnîk an jî olekê, kuştina ferdan û zirar gihandina wan li gorî qanûna divê li ser bê cezakirin.

El Xemrî îşaret bi madeya 15`an a Lihevkirina Cinevê ya sala 1949`an ki û got, “Li gorî lihevkirinê, divê sivîlên ku tev li karên dijminane û leşkerî nebûne werin parastin. Di madeya 18`an de jî tê gotin ku nabe dibistan, nexweşxane û navendên stratejîk ên pêdiviyên welatiyan dabîn dikin û xizmetên tenduristiyê ji birîndarên şer re pêşkêş dikin, werin hedefgirtin. Li gorî qanûna navneteweyî di şerên çekdarî divê kes û milk bên parastin.”

El Xemrî, bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên herêmê, wekî şirîkatiya van êrişan bi nav kir.

El Xemrî bang li hêzên navneteweyî kir ku tevilê destwerdanê bikin, dewleta Tirk a dagirker li pêşiya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya têkildarî sûcên qirkirina komî, sûcên şer û sûcên dermirovî darizînin û banga pêkanîna biryara navneteweyî ya hejmar “2254” kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/06/184321_-_1.jpg

Oldarên ji Efrîn û Şehbayê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Melayê Mizgefta Ebudllah Bin Ebas a li navçeya Til Rifetê Şêx Nîdal Mihemed diyar kir ku çiqas topbarana dewleta dagirker li dijî herêmê dewam bike jî, ew ê derv ji berxwendanê bernedin, ji ber ku gelê herêmê bi hev re li gorî rêgeza biratiya gelan jiyan dike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/06/184150_-.jpg

Xatib û Melayê Mizgefta Til Rifetê Şêx Xelîl Menan jî bang li rêxistinên hiqûqî, îslamî û navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin û anî ziman ku berxwedana wan berdewam e û dê serkeftin para wan be.

Şêx Menan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Şehbayê li aliyekî em bi topbarana dewleta Tirk û li aliyê din jî bi ambargoya hikumeta Şamê rû bi rû ne, lê belê ruxmî wê jî ew ê li ber xwe bidin û dev ji axa xwe bernadin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din