Hindistanê ‘3 telaq’ qedexe kirin

Parlementoya Hindistanê zagonek erê kir ku tê de berdana sê caran (3 telaq) qedexe kir û wek sûc bi nav kir.

Parlementoya Hindistanê zagonek erê kir ku tê de berdana sê caran qedexe kir û diyar kir ku her kesên vê zagonê pêk neynin dê 3 salan ceza lê were birîn.

Rojnameya Bewabet El-Ehram a Misrê ragihand ku hikumeta Hindistanê bi serokatiya Narendra Moody biryar da ku tevî nerazîbûna partiyên opozîsyonê û binketina hewldanên erêkirina wê di meclisa rûspiyan de, zagon erê kir.

Dadgeha bilind di sala 2017’an de diyar kiribû ku berdena sêcaran dijberî destûrê ye û daxwaz ji hikumetê kir ku zagonekê ji bo redkirina wê derxe.

Moody banga yekkirina zagonên der barê zewac û berdanê de kir.

Lê misilmanên Hindistanê ku hejmara wan 180 milyon e, ev yek bi hinceta ku tê de nasnameya wan a olî û pîvanên destûrê binpê dike, nerazî ne.

(jo)


Mijarên Din