Hindirîn Sîno: Tirkiye yek ji sedemên kûrbûna aloziya Sûriyê ye

Rêvebera Buroya Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hindirîn Sîno diyar kir ku ji girîngtirîn sedemên dijwarbûna aloziya Sûriyê, dewleta Tirkiyê ye û wiha got, “Bi rêya piştgiriya komên çete û dagirkirina xaka Sûriyê, Tirkiye bûye sedemê herî mezin ê aloziya Sûriyê. Li hember vê yekê jî pêwîstî bi hevgirtin, mezinkirina neteweyî û bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga avaker heye.”

Rayedarên dewleta dagirker a Tirk di van demên dawîn careke din gefên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Lê gel, pêkhate û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku armanca van gefan ew e ku kurkirina aloziya Sûriyê ye.

Rêvebera Buroya Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hindirîn Sîno diyar kir ku dewleta Tirk piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê û binketina AKP’ê di hilbijartinên dawîn de, hewl dide pirsgirêkên naxweyî derxîne derve. Hindirîn got, “Ji aliyekî din ve jî armanc dike ku herêmên nû yên xaka Sûriyê dagir bike.”

Hindirîn Sîno destnîşan kir ku ji girîngtirîn sedemên aloziya Sûriyê dewleta Tirkiyê ye û wiha pê de çû, “Wê jî bi rêya piştgiriya komên çete û dagirkirina xaka Sûriyê dike. Her êrîşeke ku Tirkiye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, dê bibe sedema kareseteke mezin di herêmê de. Ji ber ku gelê Sûriyê li hember mêtîngeriya Tirkiyê destgirêdayî namîne.”

Hindirîn anî ziman ku her êrîşeke Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe sedem kampên ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de dimînin,  ji bin serweriya wan derkeve û wiha got: "Di wê demê de dê li giştî herêmê karesetek pêk bê."

Hindirîn Sîno di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyê kir û wiha got, “Pêwîstî bi hevgirtin, bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga avaker heye. Çareseriya aloziya Sûriyê bi destê sûriyan e.  Ji lew re divê diyaloga Sûrî-Sûrî ya dûrî destwerdana derve û gewdekirina neteweyî bê vekirin. Ew jî têra têkbirina tevahî komployên Tirkiyê yên mêtînger li Sûriyê dike."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din