‘Hincetên dewleta Tirk derew in’

Meclisa Gel a Amûdê û Şaredariya Gel a navçeyê da zanîn ku hincetên ku hikumeta AKP`ê îdia dike derew in û mînaka wê reva ji rûniştandina li ser maseya dan û standinan a çareseriya doza kurdî û itîrafkirina nasnameya gelê Kurd û desteserkirina şaredariyan e.

Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê, îro bi dehan endamên meclisa navçeya Amûdê û Şaredariya Gel a navendî li navçeyê li pêşiya navenda şaredariyê kom bûn, da ku daxuyaniyekê bidin raya giştî. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Xaliyê Hac Qasim ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Şaredariya Gel a navçeya Amûdê û şaredariyên girêdayî wê bi tundî êrîşên Tirkiyê yên li ser îradeya gelên li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Hikumetê AKP`ê dest danî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê.

Ev şaredarî, encamên hevgirtina gelên Bakurê Kurdistanê û serkeftina maf û hevgirtina gelan ji bo jiyana hevbeş û serkeftina îradeya gelên demokratîk e.

Ev hincetên ku hikumeta AKP`ê îdia dike, derew in û xapandina cîhanê ye ku kiryar û komployên vê hikumeta ku her ji rûniştandina li ser maseya dan û standina çareseriya doza kurdî û îtirafkirina nasnameya gel û mafên wê bi rêya nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê şand, direve.

Her wiha em daxwaz ji hemû gelan û partiyan dikin ku li pêşiya kuştina azadiya gelan bisekinin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din