​​​​​​​‘Hilberîna zêde ya genim ji herêma Firatê ber bi Minbic û Tebqayê ve tên şandin’

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê hilberîna zêde ya genim ji embarên Rovî û Celebiye vediguhêzîne navendên din li Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê.

Li embarên hilberînan li herêma Firatê, ji ber miqtara mezin pirsgirêkek di wergirtina hilberîna genim de derket.

Rêveberiya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê di daxuyaniyek berê de ji ANHA`yê re ragihand ku niyet dike hilberîna genim a herêma Firatê li embarên Rovî û Celebiye werbigire. Her du navend dikarin 22 hezar ton pêşwazî bikin.

Piştî ku miqdarên hilberîna genim katîna navenda ji bo pêşwazîkirina hilberînan derbas kirin, rêveberiyê ji cotkaran re got ku hilberînên xwe bibin navendên li nêzî Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê . Ji ber ku hilberînên avî li gelek herêmên herêma Firatê hîna nehatine çinîn û xebatên çinînê hîna berdewam in.

Mudirê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê Mihemed Dexîl ji ANHA’yê re got: “Ruxmî ku embar tijî bûne jî lê hîna em hilberînan pêşwazî dikin. Me berê got navendên me dikarin 22 hezar ton hilberîn li herêma Firatê pêşwazî bikin. Me ev miqdar bi giştî wergirtin. Lê dîsa jî em hîna hilberînan werdigirin. Ji bo ku em barê cotkaran sivik bikin, me genim bi rêya erebeyên mezin şandin bajarên Tebqa û Eyn Îsa û bi rêya erebeyên biçûk me şandin Minbicê."

Mihemed Dexîl  diyar kir ku wan 5 hezar ton genim li ser berpirsyariya şirketê şandine navçeya Eyn Îsayê ruxmî ku xeterî li wan depoyan hene. Her wiha xebatên barkirina hilberînê bi rêya erebeyên biçûk ji gundên Kobanê ber bi Minbicê ve hêsan dikin.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê, lêçûna veguhestina hilberînan ji wan navendan re bi rêya erebeyên mezin hilgirtiye ser xwe. Lêçûna veguhestina hilberînê bi rêya erebeyên biçûk û navîn li ser cotkar e û şirket tenê xebatên veguhestinê hêsan dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din