Hikumeta Wîfaqê bi serpereştiya Tirkiyê hêzên xwe xurt dike

Çavkaniyên leşkerî tekez kir ku hikumeta Wîfaqê komên xwe xurt dike û komek çekdarên din bi serpereştiya Tirkiyê dişîne Terablusê. Di heman demê de fermandariya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku ji ber amadekariyên bersivdayîna êrîşên muhtemel tê kirin, alîkariyên leşkerî gihaştin bajarê Terhûna.

Erebiye Net li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên rêveberiya şêwirmendiyê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku da ku hêzên hikumeta Wîfaqê xurt bibin, alîkariyên leşkerî ji eniyên şer ên li Terablusê re hatin şandin. Tê zanîn ku şandina alîkariyên leşkerî da ku amadekariyên êrîşên muhteml ên ku dê li bajarê Terhûna rû bide, hate şandin. Bajarê Terhûna di bin serweriya artêşa Lîbyayê de ye.

Heman çavkaniyan duh êvarê ji tora Erebiyê re ragihand ku şandina leşkeran piştî çend rojan ji rêwîtiya ber bi balafira Mesrata ya ku di bin serweriya hêzên Wîfaqê de û girtina balafirgeha Maîtîqiyê ya navdewletî ya li paytexta Terablusê, pêk hat.

Paşê çavkaniyên kifş kir ku Tirkiye dê bi rêya balafirgeha Ecnîha ya ku Ebdulhekîm Bilhac bi rê ve dibe, serpereştiya veguhastina leşkeran ber bi Lîbyayê ve be. Armanca Tirkiyê ji serpereştiya şandina leşkeran ber bi Lîbyayê ve, piştgiriya çekdaran di şerê li dijî hêzên artêşa Lîbyayê ye, her wiha bal kişand ser ku bergiriyên pewîst ên di dema guncaw de dê werin ragihandin.

Ji roja pêncşemê ve li paytexta Terablusê şerê di navbera her du aliyên dijber de berfirehtir bûye û ber bi bajarê Terhûna ve çûn ku tenê 90 km dûrî başûrê rojhilatê Terablusê ye. Hêzên Wîfaqê nuqteyên stratejîk ên artêşa Lîbyayê yên li bajarê Terhûna kirin armanc.

Di çarçoveya geşedanên meydanî û gefên hêzên Wîfaqê de fermandariya artêşê şandina alîkariyên leşkerî  yên nû ji bajarê Terhûna re ragihand. Armanca şandina alîkariyên leşkerî ji baregeha El-Wetiyê ya asmanî da ku şerê muhteml ê aliyê beramber rawestîne, di vê derbarê de yekîneyên asmanî, bejahî û deryayî amadekariyên xwe piştrast kirin.

Hikumeta Wîfaqê desteka xwe ji Tirkiyê û Qeterê werdigire, tê zanîn ku ji dema hilweşandina desthilata Muammer Qedafî 2011`an ve biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re hate ragihandin, lê tevî vê yekê Tirkiye pîvanan binpê dike. Nîşana vê yekê artêşa Wetenî ya Lîbyayê şandina firokeyan tekez kir û Tirkiyê bi şandina çeteyên Cebhet El-Nusra da ku li kêleka hikumeta Wîfaqê şer bikin, tawanbar kir.

(eh)


Mijarên Din