Hikumeta Wîfaqê agirbest red kir

Li gorî berdevkê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê, hikumeta wî banga Rûsyayê ya agirbestê red kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Mihemed El-Qeblawî ji ajansa Sputnîk re ragihand ku hikumeta Wîfaqê agirbestê red dike, ji ber ku ew hewldaneke ji bo xilaskirina hêzên Hefter ji têkçûnê ye.

Roja çarşemê hikumeta Wîfaqê operasyoneke leşkerî li ser bajarê Tirhona yê xwedî girîngiyeke stratejîk, da destpêkirin.

Roja çarşemê artêşa Lîbyayê ragihand ku hikumeta Wîfaqê bi piştgiriya dewlata Tirk êrişî bajarê Tirhonayê kir.


Mijarên Din