Hikumeta Sûriyê sewqiyetên leşkerî şandin eniyên başûrê Idlibê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku hikumeta Sûriyê sewqiyetên leşkerî şandina eniyên li Cebel El-Zawiyê yên li başûrê Idlibê û nuqteyên dewleta Tirkiyê topbaran kirin.

SOHR’ê ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyê sewqiyetên leşkerî yên nû ber bi nuqteyên li Idlibê ve şandin, her wiha basên ku tê de leşker hebûn gihaştin eniyên li Cebel El-Zawiyê yên li başûrê Idlibê.

Di demeke ku hêzên hikumetê topbaranên xwe li başûrê Idlibê zêde dikin de, sewqiyetên leşkerî li herêmê zêde dike.

Girêdayî mijarê, SOHR’ê da zanîn ku hêzên hikumeta Sûriyê dîsa herêmên Fitêra, Kensefra, Sifohin, Hilobî, Filêfil û Kefer Uwêd ên li başûrê Idlibê topbaran kirin, lê der barê topbaranê de tu agahiyên li ser ziyanên mirovî tune ne.

(fr)


Mijarên Din