Hikumeta Sûriyê kesên bi Koronavîrusê dimirin li Şehbayê vedişêre

Hikumeta Sûriyê kesên bi Koronavîrusê dimirin bi mebest li kantona Şehbayê ya ku tê de bi hezaran koçberên ji Efrînê hene, vedişêre. Her wiha cenazeyên kesekî bi Koronavîrusê miriye li bajarokê Dêr Cemalê hat veşartin.

Li herêmên hikumeta Sûriyê rewşên kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) dikevin, zêde dibin. Her wiha li gorî daneyên heyî kesekî ku bi Koronavîrusê ketibû, rakiribûn Nexweşxaneya Razî ya bejarê Helebê û mir, lê piştî wê hikumeta Sûriyê cenazeyê wî li kantona Şehbayê veşart.

Her wiha cenazeyê şêniyê bi navê Eqel Mihemed Eqîl (45) yê ji ber Koronavîrusê miriye, li bajarokê Dêr Cemal ê kantona Şehbayê hat veşartin.

Pispor destnîşan dikin ku divê kesên ji ber Koronavîrusê dimirin, dûrî cihên şênî lê hene, bên veşartin. Ev pêngava ku hikumeta Sûriyê li dijî koçberên Efrînê li gel dorpêça aborî dike, siyaseteke wê ye.

Li gorî çavkniyan, hin rewşên dîtir ji heman malbatê niha li Nexweşxaneya Razî ya Helebê ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din