Wezareta Bazirganiyia Hundirîn û Parastina Xerîdaran a girêdayî hikumeta Şamê nirxên madeyên mazot û benzînê yên ji bo karên aborî bi rêya şîrketa “BS” di vê mehê de ji derve hatiye, bilind kir.
Di daxuyaniya wezaretê ya têkildarî mijarê de hat gotin: “Nirxê her lîtreyek mazota sînaî û bazirganî ku bi rêya şîrketa “BS” tê firotin bû 5 hezar û 400 lîreyên SÇûriyê, nirxê her lîtreyeke benzînê jî bû 4 hezar û 900 lîreyên Sûriyê.”
Bilindkirina nirxê mazotê hemwextî aloziya aborî ya li herêmên serweriya hikumeta Şamê pêk tê.
(cx)