​​​​​​​Hikumeta Şamê ji berpirsiyarên civakî direve û pêşbîniyên bihabûnê hene

Hikumeta Şamê bi filitandina nirxê gelek madeyan û di serî de madeyên sotemeniyê bi taybetî mazota sinaî û bazirganiyê, êdî dev ji berpirsiyarên xwe yên civakî berdide. Li gorî şîrovekarekî aborî yê sûrî, dê ev yek nirxê madeyên herêmî bi rêjeya ji sedî 20-30 zêde bike.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, nirxê gelek madeyan bi taybetî madeyên xwarinê bilind bûye. Li sûkên Şamê, nirxê madeyên temwînê bilind bû, her kîloyek birinc gihişt nêzî hezar û 600 lîreyên Sûriyê û kîloyê şekir jî bû hezar û 200 lîreyên Sûriyê. Her wiha li “Saziya Bazirganiyê ya Sûriyê” nirxê madeyên sereke wekî birinc ku her kîloyek bi 600 lîreyên Sûriyê ye û kîloyê şekir bi 500 lîreyên Sûriyê ye.

Ji ber gendeliya li saziyên hikumetê, her kes nikare madeyên sereke ji wan saziyan bikire.

Li kêleka madeyên sereke, nirxê madeyên sotmeniyê yên ku dewlet difroşe jî rabû û her lîtreyek benzin gihişt 450 lîreyên Sûriyê ku berê bi 250 lîreyên Sûriyê bû. Her wiha hemû erebe nikarin benzînê bi dest bixin, tenê erebeyên ku 2 hezar lître benzîn an kêmtir têrê dike, dikarin benzînê werbigirin.

Her wiha lîtreyê benzîna ne medûm (Ne ya ku dewlet difroşe) gihişt hezar û 50 lîreyên Sûriyê. Lîtreya azota ji bo germkirinê û alavên veguhestinê jî bi 180 lîreyên Sûriyê ye, mazota firinan jî bi 140 lîreyên Sûriyê ye. Lîtreyê mazota sinaî û bazirganiyê jî gihişt 650 lîreyên Sûriyê.

Di vê derbarê de, aborînasekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re diyar kir ku tevî vê bihabûnê jî ew pêşbînî dikin ku nirxê madeyên herêmî bi rêjeya ji sedî 20-30 rabe û hin werşeyên biçûk û kargeh bên girtin.

Aborînas sedema bilindbûna nirxê madeyên yên ku dewlet difroşe, spart cezayên li dijî hikumetê hatine ferzkirin û nekontrolkirina madeyên heyîn bi awayekî baş.

Parlemanto, 8 trilyon 500 milyar lîreyên Sûriyê ji bo sala 2021`an veqetand, ku nirxê dolar li sûka reş gihişt zêdetirî 2 hezar û 400 lîreyên Sûriyê, li banka navendî jî dolar bi hezar û 250 lîreyên Sûriyê ye.

Hikumeta Şamê bi wendahiyên di aliyê bazirganiya bi derve re û filitandina nirxê hin madeyan bi taybetî madeyên sotemeniyê, êdî dev ji berbirsiyarên xwe yên civakî berdide.

Li gorî daxuyaniyên aborînasan, lêçûna li ser piştevaniyê ji sedî 20.2 ji 2011’an ve heta ji sedî 4.9 di 2019’an de daket.

Her wiha lêçûna li ser parên geşkirinê ji sedî 7.3 ji berhema herêmî ya 2011’an heta ji sedî 2.9 di 2019’an de bi paş ket.

Li aliyekî din jî hikumetê para deyna giştî zêde kir, ku bi wê re jî berhema herêmî ya giştî ji sedî 30 di 2010’an de heta ji sedî 208 di 2019’an de zêde kir.

Ji bo peydakirina piştgiriya diravî û vegerandina pereyên ji ber zirarên di çavkaniyên enerjiyê, lîreyên bi nirx û madeyên sereke de pêk hatine, hikumeta Şamê berê xwe da Rûsya û Îranê. Li ser wê yekê, di navbera salên 2013-2017`an de bi hikumeta Îranê re peymanên diravî îmze kir, ku li gorî wê dê Îran peymanên pereyan bi qasî 11 milyar dolar bide hikumetê û dê mehane 2 milyon bermîlên berhemdariyên petrolê, madeyên xwarinê, madeyên tenduristiyê û ji bo piştgiriya pereyên biyanî li banka navendî dê lîreyên bi nirx, bide hikumetê.

Peymanên pereyan ên di navbera her du welatan de di 20`ê Cotmeha 2018`an de rawestîn ku ji wê demê de li Sûriyê aloziya petolê dest pê kir û pê re nirxê madeyên petrolê bilind bû û gel ji ber wê yekê bi hêrs bû.

Îranê pêwîstiya Sûriyê ya lîreya bi nirx û madeyên sereke bi kar anî û hikumeta Şamê şantaj kir da ku hin istismar û peymanên pereyan bi dest bixe. Di vê derbarê de, şêwirmendê Wezareta Aboriyê ya Îranê Meysem Sadiqî destnîşan kir ku di peymanên pereyan ên girêdayî petrolê de tekezî bi “deyn bi rêya istismarên Îranê li xaka Sûriyê bên dayîn”, tê kirin.

Ji ber vê yekê û ji bo xilasbûna ji zextên Îranê û pêşiya girtina bihabûna nirxên madeyan, hikumeta Şamê nikarîbû planeke guncew deyne.

Li hemberî vê bilindbûna zêde ya nirxan, ji destpêka îsal ve nêzî milyon û nîv kes ketin nava kesên ku xwarina wan ne ewle ye. Li gorî daneyên NY`yî yên girêdayî bernameya cîhanî ya xwarinê, li Sûriyê hejmara kesên ku xwarina wan ne bi ewle ye gihişt 9.3 milyon kwa. Li gorî heman daneyan, di dawiya sala 2019`an de ew hejmar 7.9 milyon kes bûn û di dawiya 2018`an de hejmar 6.5 milyon kes bû.

Cezayên li ser hikumetê hatine ferzkirin bandorê li welatiyan jî dike. Bi ferzkirina qanûna Qeyser û ferzkirina cezayên Ewropayê li dijî wezîrên bazirganiyê, çandê, perwerdeyê, edaletê, berhemdariyên deryayî û diravî û veguhestinê, bandor li sûkên li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bû û bêyî ku welatî sedema bihabûnê zanibin, ji nişkê ve nirxê madeyên xwarinê bilind bû.

DYA û Ewropa bi ferzkirina cezayan hewl didin zextê li hikumeta Beşar Esed bikin da ku li dan û standinên bi sponseriya NY`yî li Cinêvê yên ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî, bibe. Lê belê hikumeta Esed bi hişmendiya xwe ya dijberî diyalogê ve girêdayî ye û bi vê yekê welatiyên Sûriyê hesabê vê helwesta hikumetê dide.

Her wiha şewatên ku vê dawiyê li herêmên deryayî û hin herêmên hundirîn, bandoreke neyinî li aboriya herêmên serweriya hikumeta Şamê û bi giştî rewşa jiyanî ya şêniyan, kir.

Ew yek bi bilindbûna nirxê gelek madeyên xwarinê û bi taybetî berhemên herêmî, xuya bû. Piştî şewatên rû dane, 20 lîtreyên zeyta zeytûnan gihaşt 120 hezar lîreyê Sûriyê û lîtreyê zeyta nebatî jî gihaşt 4 hezar lîreyên Sûriyê.

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê “L.M.” dibêje, “Em nikarin vê rewş tehmul bikin an fem bikin. Em êdî nikarin madeyên herî sereke jî bikirin, wekî nan ku her rebteyek nan bi çend qatên nirxê berê tê firotin. Kesên ku nan ji firnan jî dikirin bi saetên dirêj di taborên nan de disekinin.”

Welatiyê bi navê “S. B.” jî piştrast kir ku ew niha tenê debara xwe bi sebzeyan dikin û destnîşan kir ku ji bo amadekirina xwarina malbateke ji 4 kesan, 5 hezar lîreyên Sûriyê divê.

Welatiya bi navê “D. Q.” jî daxuyand ku ev dema amadekirina mûna zivistanê ye û got: “Lê belê ji bo amadekirina mûnê, em êdî nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din