​​​​​​​Hikumeta Şamê bi hezaran welatî bê kar hiştine

Şêniyên Şamê bertek nîşanî biryara hikumeta Şamê ya rakirina besteyan da. Welatiyan diyar kir ku ji ber vê biryarê bi hezaran kes bê kar mane û nikarin debara xwe bikin û her wiha destnîşan kir ku armanca vê biryarê zêdekirina serweta rayedarên hikumetê ye.

Beriya mehekê parêzgarê Şamê bi hinceta bedewkirina bajar, biryara rakirina besteyan da. Ji wê demê ve reva xwediyên besteyan ji dewriyeyên hikumetê, dewam dike.

Operasyona serdegirtina li besteyan li kolanên Sewra û Beramike dest pê kir. Di encamê de zêdetirî 20 hezar xwediyên besteyan bê kar hatin hiştin.

Diyardeya bealvbûna besteyan li Şamê ji dema aloziya û vir ve 6 qatan zêde bû. Li gorî raporan, rêjeya bêkariyê gihaşt ji sedî 60.

Dema ku mirov li kolanên Şamê bigere yekser çav li alav û maşîneyan dikeve ku amade ne bi lez besteyan ji tirsa dewriyeyên hikumetê rakin.

Bertekên xwediyên besteyan ên li hemberî biryarê bê bersiv mane. Hinek xwediyên besteyan guh nedan biryarê û kel û pêlên xwe ji bo firotinê li erdê radixin.

Kel û pelên li ser besteyan ji yên dikanan erzantir in. Pisporên aboriyê got: “Beste yek ji rengên aboriyê ye ku tevahî xebatên aborî yên ferdan an kargehan di nava xwe de digire û bi rêya wan qezencên aborî bi dest dixin. Sîstema bacê xwediyên besteyan di nava xwe de nagire.”

Xwediyê besteyekê li ser biryara rakirina besteyan got: "Ev biryar neheqiyeke li besteyan e, nemaze ku rewşa aborî xirab e. Welatî nikarin pêwîstiyên xwe ji dikanan bikirin, ji ber ku biha ne. Mûçeyê karmendekî 100 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas nake. Lê xwediyên besteyan bihayên kel û pelan li gorî daxwaze muşteriyan kêm dikin."

Xwediyekî besteyê got: "Hefteyekê ez li mal rûniştim, lê debar nema. Mesrûfa malê derdora 600 hezar e û malbata min ji 7 kufletan pêk tê. Wexta dibînim ku xetere li ser besteya min heye, ez direvim. Wisa difikirim ku ev operasyona berfireh ji bo dewlemendkirina parêzgeriyê ye. Dixwazin bi rêya pereyên ruxsetan xwe dewlemend bikin. Ji bo ku em ruxset an destûra danîna besteyan wergirin, pêwîstiya me bi pereyan heye, lê ev jî peyda nabin."

Firoşkarê ava xurmeyan Ebû Ebdo jî li ser biryara hikumetê ya rakirina besteyan wiha got: "Ji bo birêxistinkirina karê besteyan û veguhastina wan bo cihekî din, her wiha ji bo xwendiyên besteyan ruxsetê wergirin, parêzgar ev biryar da. Lê ev biryar hat derxistin bêyî ku cihekî guncaw ji bo xwendiyên besteyan were peydakirin. Di encamê de rizqê xelkê qut kir. Ez dibînim ku ruxmî zextan dê xwediyên besteyan (firoşkar) vegerin. Welatî dixwazin bijîn. Par beste diyarker bûn û bi awayekî rêxistinkirî li cihekî dihatin danîn. Aliyên erênî yên xwediyên besteyan hene; taxa xwe û zarokên herêma xwe diparêze û kel û pelên wan erzan in."

Ebû Ebdo diyar kir ku peydanekirina cihekî ji bo xwediyên besteyan, dihêle ku qerebalix çêbe û rewşa debarê ya zehmet a welatiyan zêdetir dike.

Etarekî sebzeyan ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike û got: "Li gel biryara rakirina besteyan serdanên dîplomatîk ji bo Sûriyeyê hene. Ev biryar bi hinceta xweşikkirina Şamê hat dayîn. Biryara ji nişkê ve ya rakirina besteyan neheqiyek li welatiyên xizan e. Pariya xwarinê ji tevahî serdanan, turîzmê û tiştên vala girîngtir e. Li tevahî cîhanê etar hene, ev ne şermek e."

Tevî biryar û operasyonên serdegirtinê, hinek xwediyên besteyan dîsa vedigerin ser karê xwe. Sozên çareserkirinê tên dayîn lê tên paşxistin û nayên pêkanîn. Li gel rewşa aborî ya xirab û bihabûnê, malbatên ku debara xwe bi besteyan bi cih tînin, biryara dawîn tehemul nakin ku rewşa wan aloztir dibe.

(bb)

ANHA


Mijarên Din