‘Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina Şehbayê hewl dide ji Rêveberiya Xweser tawîzan bigire’

Ji rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê Rustem Bekir got armanca hikumeta Şamê ji dorpêçkirina kantona Şehbayê ew e ku Rêveberiya Xweser tawîzan bide.

Hikumeta Şamê ji beriya du mehan ve dorpêç li ser kantona Şehbayê û koçberên ji Efrînê ferz kiriye û nahêle madeyên xwarinê û sotemenî derbasî herêmê bibin.

Dorpêça ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin, rê li pêşiya xerabkirina rewşa aborî, tenduristî û civakî vedike. Nexasim di demekê de ku korona belav dibe.

Li kantona Şehbayê 5 kampên koçberên ji Efrînê hene. Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê di sala 2018`an de, şêniyên Efrînê neçar man ji bajêr derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn.

Kampên ku Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji Efrînê çêkirine, bi hezaran kes lê hene û ev jî ev in; Serdem, Efrîn, Veger, Şehba û Berxwedan.

Li hemberî derbaskirina kamyonên bar  ji kantonê re, hikumeta Şamê pereyekî pir dixwaze, heta carinan digihêje milyonekê. Di heman demê de astengiyan ji bo kesên ku dixwazin bikevin kampê an jî jê derkevin, derdixe. Di navbera Heleb û kantona Şehbayê de 5 bendên kontrolê yên Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê hene.

Şêniyên ku li kantona Şehbayê, nerazîbûna xwe li hemberî sûcên ku li dijî wan tê kirin, anîn ziman û li pêşiya bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê protesto kirin.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir got: "Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de gelek dosyayên ku nehatine çareserkirin, hene. Ji wan pirsgirêka Eyn Îsayê, rewşa Sûriyê ya piştî hatine Jeo Biden û awayê çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî."

Rustem Bekir diyar kir ku hikumeta Şamê bi alîkariya Rûsyayê hewl dide valahiya li Koşka Spî bi kar bîne û Eyn Îsayê kontrol bike da ku serweriyê li rêya M4 bike, her wiha dorpêçkirina kantona Şehbayê jî di vê çarçovê de ye.

Rustem Bekir destnîşan kir ku kiryarên ku hikumeta Şamê pêk tîne, wekî dorpêçkirina şêniyên kantona Şehbayê û koçberên ji Efrînê, ne tiştekî nû ye û got: "Hikumeta Şamê piştî li dijî gelê xwe çek bi kar anîn, rewabûna xwe winda kir. Ji ber ku bi hezaran kesên ku daketin qadan, qetil kirin. Ev yek jî ji bo parastina desthilat û kursiya xwe kir û hîn jî amade ye ku li ser hesabên gel tawîzan bide û parastina desthilata xwe bike."

Bekir diyar kir ku hikumeta Şamê baş dizane ku li Şehbayê koçberên ji Efrîna dagirkirî hene, lê dîsa jî kanton dorpêç kir û tekane rê di destê wê de ye, ji lew re hikumeta Sûriyê hewl dide bi dorpêçkirina Şehbayê tawîzan bi dest bixe.

Rustem Bekir wiha pê de çû: "Siyaseta ku hikumeta Şamê li dijî şêniyên kantona Şehbayê dide meşandin, heman siyaset û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ne. Mirov dikare bibêje ku kiryarên ku li kantona Şehbayê pêk tên, berdewama komploya li dijî Efrînê ye û bi vê yekê hewldana qirkirina gelê Kurd dikin."

RÊXISTINÊN HEYÎ BI ERKA XWE RANABIN

Têkildarî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên ku li Sûriyê dixebitin, Rustem Bekir got:"Rêxistinên mirovî yên ku li Sûriyê dixebitin, rêxistinên siyasî ne û li gorî siyasetên hêzên navneteweyî, tev digerin."

Di dawiyê de Rustem Bekir bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din