Hikumeta Iraqê piştî xwepêşandanan biryarên nû dan

Hikumeta Iraqê piştî xwepêşandanên li welêt, duh ji bo çareserkirina pirsgirêkan û daxwazên xwepêşandanan civiya û hin biryarên nû dan.

Hikumeta Iraqê bi mijara xwepêşandanan ku ev 6 roj e li welat didomin û çareserkirina pirsgirêkan, duh li Bexdayê civiya. Hat diyarkirin ku di civînê de gelek biryar ji bo çareseriyê hatine dayîn.

Rojnewsê nûçeya xwe spart Ajansa Nûçeyan a Iraqê û ragihand ku di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatên hejar, bêkarî, kesên ku nikarin kar bikin, malbatên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne, gelek biryar hatine dayîn.

Biryarên nû wiha ne:

1-  Rê bê vekirin ku welatiyên feqîr karibin ji bo xwe erd peyda bikin. Ji bo vê yekê serlêdanên welatiyan bên qebûlkirin ku welatî karibin daxwaza erd bikin û li ser xanî ava bikin.

2- Li Besrayê di nava 4 hefteyan de 17 hezar perçeyên erd li welatiyên feqîr bên belavkirin.

3- Li tevahiya parêzgehan, lê bi taybetî li parêzgehên ku welatiyên hejar zêde ne, wê 100 hezar xanî ji bo welatiyan bên avakirin.

4- Ji bo pêkanîna hersê xalên destpêkê, wê her parêzgehek amadekariyan bike, navên welatiyên tomar bike û li gorî pêdiviyan tiştên pêwîst bikin.

5- Ji bo 150 hezar welatiyên ku nikarin kar bikin, wê heta 3 mehan, ji bo her mehekê 175 hezar dînar meaş bê dayîn.

6- Ji bo kesên ku nikarin kar bikin, wê li parêzgehan derfetên kar bên peydakirin û li nava bazaran dikanên biçûk ên gerok (Bufe, kabîne) bên dayîn.

7- Ji bo kesên ku zanko qedandine, lê tu kar peyda nekirine û hejmara 150 hezare, bi şertê ku ji xwe re karek peyda bikin, wê heta sê mehan, ji bo her mehekê 175 hezar dînar alîkarî bê dayîn. Yên ku biser dikevin jî, wê karibin li kompanyayên cuda kar bikin.

8- Bi armanca çareserkirina pirsgirêka bêkariyê, Wezareta Bergiriyê (Parastinê) wê ji nava ciwanên di navbera 18 û 25 saliyê de, yên dixwazin bigire kar. Tomarkirina navên ciwanan wê ji 15’ê cotmehê ve destpê bike. Wezareta Perwerdeyê wê kar bike ku mamosteyên nû bigire kar. Di vê çarçoveyê de ji bo mamosteyên ku bi awayekî wekîltî kar dikirin kadrobûn bê vekirin û ji butçeya sala 2020’an par bê veqetandin. Wezareta Çandiniyê jî, wê ji bo cotyarên ku erdên çandiniyê kirine, efuyê derxîne û deynên wan nagire.

9- Li parêzgehên welat, parêzgerî wê lîsteyên malbatên hejar amade bikin û meaşên komelayetiyê bidin wan. Di vê çarçoveyê de wê meaş bidin 600 hezar malbatan.

10- Kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane (sivîl, leşker, polîs) wê wekî şehîd bên îlankirin û malbatên wan jî dê ji mafên malbatên şehîdan sud werbigirin. Wezareta Tenduristiyê jî wê ji bo dermankirina birîndaran kar bike û tişta pêwîst pêk bîne.


Mijarên Din