Hikumeta Awusturalyayê 8 zarokên DAIŞ`ê bi awayekî fermî wergirtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 zarokên DAIŞ`ê yên ku bi eslê xwe Awusturalyayî ne, li gorî wesîqeyek fermî di navbera her du aliyan de radestî hikumeta Awusturalyayê kirin. Zarok li deriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistanê û herêma Cizîrê de, hatin radestkirin.

Îro serokwezîrê Awusturalî Scott Morrison ragihand ku hikumeta Awusturalyayê 8 zarokên sêwî yên DAIŞ`ê wergirtine û got: “Me 8 zarokên sêwî yên DAIŞ`ê yên ku nasnameya wan Awusturalî ne, ku li kampa Holê diman wergirtin. Temenên wan di navbera 2 sal heya 17 saliyê de ne.”

Ajansa CBS a Emerîkî li ser zimanê Scott Morrison ev tişt eşkere kir: “3 zarok û du neviyên çeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Xalid Şerûf in. Xalid Şerûf  li Awusturalyayê hatiye dinê û di derbeya leşkerî ya balafirên Koalîsyona Navdewletî de hatiye kuştin. Zarokên din jî, zarokên çeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Rezovitch in.”

Nûnerê wezareta derve yê Awusturalyayê John Philip di 22`yê Hezîranê de serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo kir. John Philip ji hêla hevserokê rêveberiyê Ebdulkerîm Umer û cîgira hevserokatiyê Ebîr Îlya ve hate pêşwazîkirin. John Philip tekez kir ku hikumeta Awusturalyayê kedên Rêveberiya Xweser û QSD`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê de îtîraf dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din