Hikûmeta Wîfaqê bi desteka balafirên Tirkiyê, Terablus kontrol dike

Hikumeta Wîfaqê ragihand ku paytexta Lîbya Terablus bi temamî kontrol kirine. Li aliyekî din Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê got ew nuqteyên xwe li derveyî paytextê ji nû ve bi cih dike.

Dronên Tirkiyê êrişî nuqteyên hêzên Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê yên li bajarê Terhûne ê rojavayê Lîbyayê kirin.

Berdevkê hêzên Wîfaqê, Mihemed Qenûno got hêzên wan Terablus bi temamî kontrol kirine.

Li aliyek din Reutersê ji çavkaniyek leşkerî yê Artêşa Lîbyayê ragihand ku artêşê îro ji taxên paytextê Terablusê ji Eyn Zara, Ebû Selîm, Qeser Bin Xeşîr li başûrê Terablusê ber bi şaredariya Terhûnê ve vedikişin.

(şx)


Mijarên Din