Hikmet Hebîb: Em ji danûstandinên bi hemû aliyan re vekirî ne

Hikmet Hebîb destnîşan kir ku gelê Sûriyê dikare çarenûsa xwe diyar bike û bi bîr xist ku ew ji danûstandinên bi hemû aliyan re vekirî ne.

QAMIŞLO

Buroya Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro civînek ji şêniyên navçeya Tirbespiyê re li dar xist û tê de geşedanên dawîn ên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Civîn li Buroya MSD`ê ya navçeyê hate lidarxistin. Di civînê de cîgirê hevserokê Desteya Rêveber ê MSD`ê Hikmet Hebîb axivî û wiha got: "Yekbûn û hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî DAIŞ’ê tune bike. QSD hêzeke neteweyî ye û parastina yekbûna Sûriyê kir."

Hebîb da zanîn ku MSD’ê ji destpêka avakirina xwe ve her tim hevgirtina pêkhateyan dike hedefa xwe û wiha got: “Armaca me Sûriyeyeke demokratîk, pireng û nenavendî ye.”

Hebîb da zanîn ku di salên borî de gelek kongre û civîn bi navên cuda hatin lidarxistin, mîna Astana û Soçiyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê lê hemû bi bin ketin, ji ber ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya gelê Sûriyê dê pêk were. Hebîb wiha got: “Tenê gelên Sûriyê dikarin çarenûsa pêşeroja xwe diyar bikin.”

Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew pişta xwe didin hêzên xwe yên leşkerî, saziyên sivîl û xizmetguzariyê û wiha pê de çû: "Em ji danûstandinên bi hemû aliyan re vekirî ne. Armanca me yekbûna xaka Sûriyê ye û parastina destkeftiyên gel e ku bi saya zarokên xwe bi dest xistine."

(jo)

ANHA


Mijarên Din