Hezkirina wê ji xwezayê re hişt ku navên kulîlkan li keçên xwe bike

Her jinek di parastina mala xwe de xwedî şêweyeke taybet e. Behiya Sebrî jineke ku mala xwe kiriye şitilgeh û hemû cureyên şînkahiyan tê de çandine. Ji ber hezkirina Behiya ji xwezayê re, navên çîçekan li keçên xwe kirine.

Jina bi navê Behiya Sebrî bi malbata xwe re ya ku ji 5 keç û hevjînê xwe pêk tê dijî. Mala wê li taxa Meheta ya Kevin a bajarê Qamişlo ye. Behiya ji biçûkaniya xwe de ji çandiniyê hez dike, dibêje : "Ji dema ku ez 18 salî bûm ve, ez ji çandiniyê hez dikim."

Behiya Sebrî demên bêhinvedana xwe bi lênerîna erdê derbas dike û rûberên vala yên mala xwe bi dar û çîçekan çandiye.

Bi salan e ku Behiya şînkahiyan diçîne û pê mijul dibe. Ji ber ku lênerîna çîçekan li gorî cureyên wan tê guhertin.Pêwîstiya hinekan bi tavê û yan hinekan jî bi siyê heye û hindek ji wan dermanê çandiniyê dixwazin.

Behiya çandina daran ji xwe re rehetiyeke piskolojîk dibîne. Di vê der barê de Behiya dibêje: "Ji bo ez enerjiya xwe vala bikim ez berê xwe didim çandina dar û çîçekan. Dema gulên min geş dibin ez pir rehet dibim."

Di mala Behiya de gelek cureyên gulan, 20 cureyên kaktûsê û gelek cureyên darên fêkiyan  hene.

'JI BER HEZKIRINA MIN A JI XWEZAYÊ RE, MIN NAVÊN GULAN LI KEÇÊN XWE KIR'

Hezkirina Behiya ji çandiniyê re bûye beşek ji jiyana wê. Li ser vê mijarê wiha diyar dike: " Dema ez ji xew radbim, ez berê xwe didim nava çîçekan xwe. Ez li wan dinêrim û wan av didim. Piştre dest bi karê xwe yê rojane dikim."

 Behiya diyar kir ku ji ber hezkirina wê ji çîçekan re navê wan li keçên xwe kiriye, 3 keçên wê ku tev li Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPJ-Jin) bûne û yek ji wan şehîd bûye. Behiya dibêje: "Min navê çîçekan li keçên xwe kiriye. Navê keça min Şîlan tê wateya gula Şilêrê, Ebîr jî tê wateya bêhna gulan û navê Zîlanê jî tê wateya destpêka vebûna kulîlkê."

Behiya ne tenê ji şitilgeha di mala xwe de sûd girt, lê belê hişt ku cînar û yên derdora xwe jî daran di malên xwe de biçînin.

Behiya ji bilî çîçeka Şilêrê, hemû cureyên çîçekan çandine  û dibêje ku ew bûye hesretek di dilê wê de. Behiya got: "Zehmet e ku "Şilêr" li Rojava were çandin, ji ber ku ew tenê li Çiyayê Qendîlê şîn dibe."

Gula Şilêrê tenê di hewayê zuha de şîn dibe û li herêma jorîn a Mezopotamiyayê navdar e û wekî çîçeka Kurdistanê tê nas kirin.  Ew cureyek çîçekên zenbeqê ye ku di demsala Buharê de li çiya, gelî û di nav zinaran de şîn dibe û pêwîstiya wê bi hewayeke navîn heye.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din