Hezar û 300 dar li parkên Tebqayê hatin çandin

Ji destpêkirina hemleya çandina daran ve ku Şaredariya Gel a Tebqayê li navenda bajêr dest pê kir, zêdetirî hezar û 300 dar li parkên bajar hatin çandin û dê heta dawiya salê dewam bike.

Şaredariya Gel a Tebqayê bi hevkariya komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li herêma Tebqayê dxebatên xwe yên xizmetguzariyê dewam dike.

Ji destpêkirina hemleya çandiniya daran di nîvê meha Adarê de, beşa hawîrdorê a Şaredariya Tebqayê zêdetirî 11 park li taxên bajêr û kooperatîfan sererast kirin.

Di çarçoveya vê hemleyê de beşa hawîrdorê îro li Parka Heyî Selês a nêzî Dibistana Mihemed Ferês 45 darên xurme,zerûr û sero çandin.

Hevserokê beşa hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Tebqayê Cemal Ebdulletîf diyar kir ku li gorî derfetên heyî, Şaredariya Gel hemleya çandina daran û sererastkirina parkan dewam dike û dê di rojên pêş de dar li 2 parkên din bên çandin.

Beriya niha jî beşa hawîrdorê bi hevkariya rêveberiya giştî ya parkên Bendava Firatê zêdetirî 200 hezar dar amade kirin da ku li parkan û bajêr biçîne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din