Hezar û 136 kes ji kampa Holê derketin

Ji 3‘yê Hezîranê ve hezar û 136 koçber ji kampa Holê derketin û vegeriyan warên xwe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin di 3‘yê Gulanê de bi navê ‘Bernameyê Vegerê’ pêngaveke rêwîtiyê organîze kir.

Di kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê de 71 hezar û 630 kes dimînin. Di nav de 30 hezar û 890 penaberên ji Iraqê ne, 30 hezar koçberên Sûriyê ne û zêdetirî 10 hezar malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji welatên biyanî ne.

Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya rêveberiya kampa Holê ji bo kesên dixwazin ji kampê derkevin, pêngaveke derxistinê organîze kir.

Beşa yekemîn a derketinê di 3‘yê Hezîranê de pêk hat, tê de 800 kes ji jin û zarokên ji bajarên Reqa û Tebqayê ji kampê hatin derxistin û vegeriyan warên xwe. Piştre gelek kesên din jî derketin.

Berpirsên Buroya Derxistinê ya Rêveberiya Kampa Holê Mihemed Elî diyar kir ku ji 3‘yê Hezîranê ve ji 350 malbatî, hezar û 136 kes hatin derxistin (i Dêrazorê 397 koçber, ji Minbicê 127, ji Reqa û Tebqayê 612 koçber).

Mihemed Elî got bernameyê vegerê berdewam e lê li benda amadekirina lîsteya nû ne.

(bb)

ANHA


Mijarên Din