Heyva Sor a Şehbayê bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike

Rêxistina Heyva Sor a Kurd azarên kêmbûna pêdiviyên tibî dikişîne. Nemaze ku zivistan nêzîk bûye û nexweşî zêde dibin. Heyva Sor hewl dide bi rêya şaxên xwe yên li tevahiya kantona Şehbayê şêniyan li ser destwerdana lezgîn perwerde bike.

Li kantona Şehbayê ya herêma Efrînê 7 nuqteyên bijîşkî yên Heyva Sor a Kurd hene. Ev nuqte li navçeyên Ehres, Ehdas, Til Rifat, Ziyaret û Birc Qases û kampên berxwedanê yên şêniyên Efrînê, belav bûne. Di nava van nuqteyan de 102 xebatkarên tenduristiyê dixebitin.

Heyva Sor li gel xizmetên tenduristiyê hewl dide çanda tenduristiyê di nava şêniyan de belav bike. Li ser vê yekê dewreyên perwerdeyê girêdayî şêwazên zanakirina tenduristî, çawaniya dan û standinan bi nexweşiyan re û destwerdana lezgîn ji hemû şêniyên kampan re vedike.

Bi hatina zivistanê re, Heyva Sor a Kurd azarên kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî dikişîne. Bi taybet ku nexweşiyên ji ber sermayê li gel zarok û mezinan pir dibin.

Endama Heyva Sor a Kurd Mecdolîn Zeyno diyar kir ku bi hemû hêza xwe hewl didin xizmetguzariyên bijîşkî û tenduristî pêşkêşî şêniyan bikin. Mecdolîn got: “Sedema herî sereke ya li pêşberî rêxistina Heyva Sor, kêmbûna dermanan e.”

Mecdolîn destnîşan kir ku pêwîstiya nuqteyên Heyva Sor bi hin alavên guncaw heye û wiha got: "Pêdiviya me bi alava taybet a tedawîkirina nexweşiya sîng a zarokan, alava kehrebeyê ya dil, alava çavdêriya dil û tansiyonê heye. Li rexê jî pêwîstî bi hin alavên textên rakirina nexweşan, textên xewê û cureyên cihêreng ên dermanan heye."

Rêveberên Rêxistina Heyva Sor a Kurd tekez kir ku tevî têkiliya bi gelek rêxistinên mirovî re, heta niha tu alîkarî wernegirtine.

Di her nuqteyeke Heyva Sor a Kurd de, bijîşkên pispor ji beşên mîna beşên hundirîn, jin, dil û hestî re hene. Di heman demê de beşa lezgîn jî 24 saetan dixebite.

Li aliyekî dîtir jî nuqteyên Hevya Sor a Kurd alîkarî, derman û şîr ji bo zarokan ku temenê wan ji 2 sal û jêr de pêşkêş dike. Li gel wê jî  xebatkarên Hevya Sor serdana malên sivîlan dikin ku piştgiriya tenduristî û manewî pêşkêşî kesên astengdar û kesên temenmezin dikin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din