Heyva Sor a Kurd, Sara ku artêşa Tirk lingê qut kiribû, ber bi Başurê Kurdistanê ve şand

Heyva Sor a Kurd zaroka bi navê Sara ya ku di 10`ê Cotmehê de lingê wê di encama topbarana arêtşa Tirk a dagirker de qut bûbû, da ku tedawî bibe, şand Başurê Kurdistanê.

Artêşa Tirk a dagirker di10`ê Cotmehê de taxên bajarê Qamişlo (Zeytûniyê, Xerbî, Bişêriyê û Qudûrbeg) ku sivîl di wan de dijîn, topbaran kirin. Di encama wê de zarokê bi navê Mihemed Yûsif Mihemed (12) û jina bi navê Beşîra Kibşo şehîd bûn. Her wiha Cangîn Ehmed Mûrad (35), Abdullkerîm Ebid (23), Delîl Abdullmecîd Elî (26), Bedran Rakan Mihemed (35), Mehmûd Ehmed Hemadî (19), Hamid Hewas Umer (40), Delîl Abdullmecîd Elî (23), Kanîwar Beşîr Elî (24), birîndar bûn. Zaroka bi navê Sara jî (7) di nava birîndaran de bû. Lingê wê yê rastê di jora kabokê re hat qut bû. Sara xwişka şehîd Mihemed Yûsif Mihemed e.

Bi hevkarî û bi koordînasyona Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re,  Heyva Sor a Kurd îro zaroka bi navê Sara Yûsif, dê û bavê wê ji bo tedawiyê şandin Başurê Kurdistanê.

Rewşa Sara ya piskolojîk ji ber lingê xwe winda kiriye, xira bû. Her tim ji bijîşk, hemşîre û her kesê ku derbasî odeya ku tê de dihat dermankirin dibû, dipirsî ku" wê kengî lingê xwe vegerîne.? 

Kadroyên Heyva Sor a Kurdî diyar kir ku zaroka bi navê Sara dê bi rêya deriyê Sêmalka re derbasî Başurê Kurdistanê bibe da ku tedawî bibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din