Heyva Sor a Kurd şahiyek ji zarokên Efrînê re lidar xist

Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê şahiyek ji zarokên Efrînê yên  di Kampa Serdemê de lidar xist. Heyvê bi vê gavê xwest ku êşên koçberiyê û bûyerên hovane yên  ku zarok bûne şahid,  li wan sivik bike.

Ev şahî di çarçoveya rêzeşahiyan  ên ku Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên Efrînê di kampên kantona Şehbayê de li dar dixe ye.

Heyvê bi rêya lidarxistina mîna van şahiyan, azarên zarokên Efrînê yên ku bûn şahidê êrîşên dewleta Tirk a dagirker sivik dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kirin, di encamê de bi sed hezaran şêniyên kantonê koçber bûn.

Di şahiyan de pêşbirgên werzîşî, zanistî tevî çalakiyên hunerî têne pêşkêşkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn