Heysem Xelîl: Tişta ku Erdogan dixwaze bike qirkirina gelan e

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Heysem Xelîl got:"Tişta ku Erdogan dixwaze pêk bîne ew e ku mîna bav û kalên xwe pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike. " Heysem bang li ometa Îslamê kir ku li hemberî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo û Amûdê di roja heştemîn a konê çalakiyên mertalên zindî de gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Tê zanîn ku konê çalakiyê nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hatiye vegiritin.

Di roja heştan de çalakî bi beşdariya şandeyên Kongreya Îslama Demokratîk, desteyên aborî û çandiyê yên herêma Cizîrê bi rê ve çû.

Di bin konê çalakiyê de alên YPJ, QSD, YPG û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin hildan. Di çalakiyê de semînerek li ser Pêngava 15‘ê Tebaxê hate dayîn.

Bername bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Heysem Xelîl axivî û îşaret bi guleya yekemîn a têkoşer Mahsûm Korkumaz (Egîd)di sala 1984`an li dijî dagirkeriya Tirkiyê berda kir.

Heysem wiha dirêjî da axaftina xwe:"Em îro eşkere dibêjin; em di bin kon de mil bi mil li kêleka birayên xwe radiwestin, em civakeke bindest in, her wiha gelekî mafdar in û kesên mafdar bin, xwedê alîgirê wan, ji ber ew ahlê heqiyê ye, gef û komkirina hêzên leşkerî mezintirîn nîşan e ku Tirkiyê zalim e û dewleteke dixwaze der heqê dewletên cîran de zêdegaviyan biavêje û jixwe ol vê yekê red dike."

Xelîl diya kir ku wan êrîşî tikesî nekirine, lê heke êrîş were ser wan, çi dibe bila bibe ew ê xwe biparêzin û wiha pê de çû:"Erdgon îdîa dike ku ew bavê îslamê ye, lê niha kesê îslamî, mislimanên Bakaur û Rojhilatê Sûriyê topbaran bike, êrîşî cîranê xwe dike, dikuje û çi ji destê wî tê dike."

endamê Kongerya Civaka Îslama Dîmokratîk Heysem Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li ometa îslamê kir ku li dijî gefên Tirkiyê bisekinin û nehêlin ev sûcdar nêzîkî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Heysem Xelîl  got: " Tişta Erdogan îro dixweze pêk bîne, ew ku wekî ku bav û kalên wî berê pêk anîne qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Tê payîn ku di sastên êvarê de konê çalakiyên mertalên zindî salvegera pêngava 15`ê Tebaxê pîroz bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din