Heydo: Divê civak li xwendina pirtûkan vegere û dûrî teknolojiyê be

Nivîskar û lêkolîner Salih Heydo diyar kir ku civak ji xwendina pirtûk dûr ketiye û li gor pêşdeçûna teknolojiyê tevdigere û bal kişand ser girîngiya lidarxistina pêşangeh û avakirina pirtûkxaneyan da ku civak teşwîqî xwendinê bê kirin.

Bi nêzbûna bidawîkirina dema pêşangeha Şehîd Herekol a sêyemîn a pirtûkan a ku li bajarê Qamişlo li dar ketiye, nîşaneya nexwendina mirovan diyar bû. Bi wê re jî gelek rewşenbîr û lêkolîner vê bûyera neyînî dibînin ku dê bandorê li astên zanînê yên pêş jî bike.

Nivîskar û lêkolîner Salih Heydo yê ku gelek berhemên xwe di baska taybet de pêşkêşkirine, di vê derbarê de ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Heydo di xebatên pêşangeha pirtûkan de pirtûka xwe ya sêyemîn derxist û got lidarxistina pêşangehê şenseke girîng ji tevahiyan re ye da ku bal li ser xwendin û zanebûnê bê kişandin û wiha di vî warî de lê zêde kir:" Pêşangeha pirtûkan a sêyemîn a bi navê şehîd Herekol bûyereke mezin û rêyeke kurt e ku bi wê re hemû gel û gelê Kurd bi taybet çand û nasnameya xwe ya çewisandî binase."

Heydo îşaret pê kir ku zanyarî û şaristaniyên mirovahiyê bi pêşketina pirtûk û xwendinê re pêş de çûn û wiha anî ziman: "Ji lewre pirtûk li cem gelan cihekî xwe yê pîroz heye, ne tenê pirtûkên olî, lê belê tevahî pirtûkên danasîn û fikrî jî. Pirtûk bi awayekî mezin piştevaniyê di nêzbûna mirov a xwenasîn û zêdekirina zanyariyên xwe de dike."

Di vê çarçoveyê de Heydo raber kir ku hewldana pergalên desthilat a dirêjahiya dîrokê ya şerkirina zanîn û nasînê ew e ku tunekirina gelan e û wiha domand: "Pergalên desthilat di destpêka dîrokê beriya ku bi awayekî cesedî wan tune bikin, şerê gel û nasnameyê dikin. Derheqa wê de gelek nimûne hene. Di dema Mekedoniyan êrîşî Misrê kir, destpêkê pirtûkxaneya Iskenderiyê û tevahî pirtûkên dîrokî û fikrî yên li pirtûkxaneyê şewitandin."

Heydo gelek nimûneyên din di vî warî de bi bîr xistin. Jê jî Mexol û Tetar dema êrîşî Cezîra Botan kir, pirtûk avêtin çema Dicleyê. Her wiha di serdema Îslamî de jî gelek pirtûxaneyên ku pirtûkên ola Zerdeştî lê hebûn, rûxandin. Li aliyekî dîtir jî Siltan Murad Elî di dema êrîş li ser bajarê Betlîsê kiriye, pirtûkên li wir şewitandin.

Di dema niha de civak pir ji xwendinê dûr ketiye...

Nivîskar û helbestvan Salih Heydo der barê dûrketin û nexwendina civakê ya pirtûkan bi awayekî rojane de pirsî û wiha got: "Tê dîtin ku îhmaltiya civakê bi awayekî kujer ji xwendina pirtûk û serdana pirtûkxaneyan re heye û sedema vê nexweşiyê jî bandora teknolojiyê li ser çanda civakê ye.  Bê gûman dûrketina civakê ji fikir û zimanê xwe dê bi awayekî neyênî bandorê li nifşê pêş bike. Ji lewre dabînkirina pirtûkxane û pêşangeha dê hinekî piştevaniya li ser serweriya bê bûyera neyênî bike."

Ev pêşangeh dê bibin pêngaveke ber bi avakirina nifşekî zana

Heydo îşaret bi girîngiya berdewamkirina van çalakî, xebat û avakirina pêşangehên pirtûk û lidarxistina pêşangehan kir û got şanseke girîng a lêvegera civakê ya xwendinê û zêdekirina zanînê der barê dîrok û çandê de dabîn dike.

Nivîskar û helbestvan Salih Heydo ji beşdarên pêşangehê ye û 40 pirtûkên ji berhemên xwe bi zimanên Kurdî û Erebî bi naverokên pirtûkên zanîn, lêkolîn û helbestê, pêkêş kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din