​​​​​​​′Hewlên dewleta Tirk ên zindîkirina DAIŞ′ê dê bi bin bikevin′

Endamê Desteya Rêveber a PYD′ê ya Herêma Firatê Ehmed Xoce da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê û dagirkirina herêmê ye. Şêniyên herêmî jî piştgiriya xwe ji bo QSD′ê û operasyonên wê nîşan da.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, li kêleka wê jî gel van êrişan red dikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185830_-.jpg

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoce wiha got: "Her kes dizane çima dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike. Ji dema rizgarkirina Kobanê û têkçûna çeteyên wê ve baskên wê şikestin û hemû planên wê bi bin ketin. Ji lew re îro hewl dide tola xwe hilîne. Bi wê re herêmên me bombebaran dike û welatiyan bi balafirên bêmirov dike hedef."

Xoce wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker sînorên xwe li pêş çeteyan vekirin, derbasî herêmê kirin û çek dan wan. Gavên yekemîn jî şerê qirkirinê yê li dijî herêmê bû û dest bi guhartina demografiya wê kir. Ew hebûna xwe di zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê de dibîne."

Xoce destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şaş e, ji ber ku îradeyeke xurt a gel heye, QSD ya ku parastina şêniyên herêmê dike, wî îradeyê bi rê ve dibe.

Xoce pesna rola mezin a operasyonên QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û anî ziman ku bi wan operasyonan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê tên têkbirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185907_-.jpg

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Nedîm Daşo wiha got: "Hemû xewnên dewleta Tirk a dagirker badilhewa bûn. Piştî têkçûna çeteyên wê û şikandina wan li Kobanê ji bilî gefan û jinûve zindîkirina çeteyan tiştek li pêş wê nema. Lê bilê bila bizane ku berxwedana ku şênî raber dikin, nayê guhartin. Ji ber me biryara xwe daye yan jiyana birûmet an jî mirina bi şereft û bidestxistina şehadetê."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185846_.jpg

Welatiya bi navê Edle Bekî jî wiha got: "Şerê ku welatiyên Kobanê bi rê ve biriye, mînaka şeref, rûmet û lehengiyê bû. Ruxmî derbasbûna salan di ser şer re, lê dengvedana wê hîna heta îroj heye û Kobanê bû sembola azadî û redkirina koletiyê."

Edle wiha pê de çû: "Çeteyên DAIŞ′ê rûyê veşartî yê dewleta Tirk a dagirker e. Me ev ji roja destpêka şerê Kobanê ve nas kir. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker çek dida çeteyan û sînorên xwe li pêş wan vekirin."

Edle Bekî da zanîn ew destekê dide her pêngaveke ku QSD′ê ji bo têkbirina ajan û çeteyên DAIŞ′ê yên hewl didin ji nû ve bi desteka dewleta Tirk çalakiyên xwe zindî bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê hewlên dewleta Tirk bi bin bikevin. Ji ber ku welatiyên herêmê dikarin parastina herêmê bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din