'Hewldanên dewleta Tirk û PDK'ê yên li dijî gelê Kurd wê bi ser nekevin'

Rewşenbîrên herêma Cizîrê û hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqûsd û Eşrefiyê diyar kir ku PDK ne muxatabê Başûrê Kurdistanê ye û nikare bibe nûner jî. Her wiha gotin, berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li cîhanê nimûneya wê nîn e.

Êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dagirkeriya Tirk ku bi hevkariya PDK’ê pêk tên, ji 17`ê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Li hemberî van êrişan, gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiya şerê man û nemanê dikin û li hemberî tevgera hêzên PDK`ê û artêşa Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Têkildarî mijarê, endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Hesîna Ehmed da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dewam dikin û got: “Ev yek tê wateya ku MÎT`a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tev digere û PDK bi dijminê gelê Kurd re alîkar e.”

Hesîna diyar kir ku ji ber hevkariya PDK`ê, li xaka Başûrê Kurdistanê rê li ber dagirkeran hatiye vekirin û pê re şoreşger û pêşengên Şoreşa Rojava tên hedefgirtin, her wiha gelek baregehên artêşa Tirk a dagirker li Başûr hatine bicihkirin.

Ji sala 1991`an ve dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê 66 baregeh, navendên leşkerî û sîxuriyê ava kirine.

Hesîna Ehmed destnîşan kir ku PDK di asteke bilind de bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike û bi domdarî got: “Ev yek ne tenê zirarê digihîne Başûr, di heman demê de zirarê dide hikumeta Iraqê jî. Ji ber van têkiliyan dewleta Tirk bi rihetî êrişan pêk tîne.”

Hesîna got: “PDK ne muxatabê welatiyên Başûrê Kurdistanê ye û nikare bibe nûner jî. Wê gelê me ji PDK`ê hesabeke herî dijwar bixwaze.”

Nivîskar Xalis Misewer jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirinê ne û wiha dom kir: “Bila nebêjin tenê li dijî PKK`ê ne, bi rêya partiyeke azadîxwaz a Kurdistanê dixwazin Kurdan bi giştî qir bikin.”

Xalis Misewer da xuyakirin ku PKK bi piştgiriya gelan bihêztir dibe û got: “Dewlet Tirk jî ji piştgiriya gelan a ji PKK`ê re ditirse, dewleta Tirk ji gotina Kurdistan aciz dibe, naxwaze Kurdistaneke azad bê avakirin li hemberî vê yekê jî PKK`ê tê dikoşe, ji ber vê yekê êrişên qirkirinê li dijî hêzên HPG`ê pêk tîne.”

Xalis Misewer da zanîn ku di vê pêvajoyê de ji gelan tê xwestin ku piştgiriya PKK`ê bikin û got: “Ji ber ku projeya wê avakirina Kurdistaneke azad e.”

Xalis Misewer bal kişand ser beşdariya PDK`ê di êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de û got: “Mixabin PDK alîkar e, divê PDK`ê bizane ku dewleta Tirk dijmin e. Heke PDK`ê bê alî bimîne, çêtir e ji beşdariya şer.”

Xalis Misewer da zanîn ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî gelê Kurd ew ê bi ser nekevin û wiha pê de çû: “Rêber Apo wiha dibêje; heke tu li ber xwe bide, êrişên dinyayê hemû nikarin zirarê bighînin te. A rastî jî ev e, li Avaşîn û Zapê gerîla bi berxwedanê bi ser dikevin.”

Xalis Misewer bal kişand ser bangên ji bo PDK`ê hatine kirin jî û got: “Li dû berjewendiyên xwe yên malbatî ketine.”

Di dawiya axaftina xwe de Xalis Misewer got berxwedana hêzên HPG û YJA Starê dîrokî ye û got: “Li cîhanê berxwedaneke wiha nehatiye dîtin. Serê me ji ber wan bilind e.”

'EM BI GERÎLA SERBILIND IN'

Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo destnîşan kir ku çerê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla li Avaşîn, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê dide meşandin berdewamiya şerê wê yê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û wiha domand: " Şer ji 1984'an dest pê kir, piştî 15'ê Tebaxê û heta roja me ya îro dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker hebûna Kurdan qebûl nake û hertim dirûşmeya wan 'Yek al, yek dewlet, yek çand e', û bi heman rengî jî siyaseta xwe dide meşandin. Dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe bi kuştin û tunekirina Kurdan ve girê dide."

'BERXWEDANEKE BÊHEMPA LI DIJÎ ARTÊŞA DUYEMÎN DI NATO'YÊ DE'

Der barê êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, Şêxo wiha anî ziman: "Artêşa Tirk a dagirker ji bo gerîla tune bike, çekên qedexekirî, balafir û tankan li dijî wan bi kar tîne, lê gerîla berxwedaneke bêhempa li dijî artêşa duyemîn di NATO'yê de dide meşandin."

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û wiha anî ziman: "PDK'ê êdî bûye beşek ji siyaseya dijmin a li dijî Kurdan û ew jî PKK'ê bi terorê tawanbar dike. Ev partî ji bo doza Kurd û Kurdistanê têdikoşe. Çima PDK'ê ji bo kurdên ku bi destê faşîzma Tirk têne kuştin tênakoşe? PDK'ê ji bo berjewendiya dijmin kar dike û ji bo wî razî bike û ji bo berjewendiyên malbatê xwe xiyanetê li gelê xwe dike."

Di dawiya axaftina xwe de Şêxo bang li welatparêz û rewşenbîrên Kurdan kir ku li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re rabin."

ANHA  


Mijarên Din