Hewldanên dewleta Tirk ên parçekirina xaka Efrînê didomin

Artêşa Tirk a dagirker siyasetên dagirkirina xaka Sûriyê û hewldanên parçekirina wê da ku tev li xaka Tirkiyê bike, didomîne.

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ji ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hewldanên parçekirina xaka Sûriyê û tevlêbûna wê ji xaka Tirkiyê re didomîne. Di her sê mehên dawîn de dîwarê parçekirinê ji nû ve di hundirê Efrînê de lê kir û piştî belavbûna Koronavîrusê avakirin meh û nîvekî sekinand û niha careke din dest bi hewldanên parçekirina xaka Efrînê kiriye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker avakirina dîwarên parçekirinê li gundê Şingêle yê girêdayî navçeya Meydana berfireh kir û dîwarê li ser sînor ava kiribû, rakir û di hundirê Efrînê de bi dirêjahiya 800 m nêzî sînorê Tirkiyê yê berê ava kir. Bi vê yekê bi hezeran darên zeytûnan ên şêniyên herêmê, xist inbin dagirkeriya xwe de.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker dagirkirina navçeya Bilbilê jî didomîne. Li gundê Zara artêşa Tirk a dagirker dîwar bi dirêjahiya 1 km lê kir û rêya gundê Şingîle û Zara bi hev ve girê dide, xiste nava xaka Tirkiyê.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker dîwar li pişt Goristana Şêx Hemza ya li gundê Zara ava kir û goristan tev li xaka Tirkiyê kir. Bi vê yekê rê li pêşiya şêniyan girt ku serdana gorên miriyên xwe bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din