Hewl dan endama Partiyê Pêşerojê ya Sûriyê Lîna Ebdulwehab qetil bikin

Komên çekdar êriş birin ser mala endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û endama Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl  a Dêrazorê Lîna Ebdulwehab û ew birîndar kirin.

Komên çekdar, roja Yekşemê 17‘ê Mijdarê  êrişî mala endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û endama Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl  a Dêrazorê Lîna Ebdulwehab a li gundê Hercîa Siwer a girêdayî Dêrazorê kirin. Komên çekdar ew gulebaran kirin, Lîna ji rû û serê birîndar kirin.

Lîna ya bi giranî birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, li gorî kadroyên nexweşxaneyên divê ji bo nexweşxaneyên Şamê were veguhestin.

Lîna diyar kir ku 2 kes rûyên wan girtîbûn êrişî mala wê kirin û hewl dan wê qetil bikin, wê xwe parstin lê çekdaran ew bi du guleyan ew birîndar kirin.

ANHA


Mijarên Din