Hewas Cidêi: Rêya têkbirina komployan hevgirtin û piştgiriya QSD'ê ye

Hewas Cidêi dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyê bi kuştina şêxên eşîrên Ereb tewanbar kir. Her wiha bang li rûspiyan kir ku yekitiya xwe ava bikin, destekê bidin QSD`ê da ku komplo û kuştinên li herêmê têk biçin.

Dewleta Tirk bi hemû şêwazan bi rêya ajan û çeteyên DAIŞ`ê hewl dide destkefiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û bi rêya teşwîqkirina ciwanan hewl dide tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne. Di demên dawî de sûcên qetilkirina şêx û rûspiyan li herêmên Reqa û Dêrazorê çêbûn.

Di 2`yê Tebaxê de, li dijî Şêx Xelîl Îbrahîm El-Cedan El-Hefel, şêx Metşer El-Hemûd li bajarokê El-Hewayic ê gundewaên rojhilatê Dêrazorê êriş hatin kirin. Di encamê de Metşer El-Hemûd û ajokarê wî yekser hatin kuştin û şêx El-Cedan bi giranî birîndar bû.

'ARMANC DERXISTINA FITNEYÊ YE'

Têkildarî armanca hedefkirina şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û kesên li pey van kuştinan, Koordînatorê Giştî yê Meclisa Eşîr û Rûspiyan a herêma Rojhilat Hewas Cidêi ji ANHA`yê re axivî.

Hewas Cidêi, rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a faşîst bi qetilkirina şêx û rûspiyên eşîrên herêmê tewambar kir û bi navê eşîrên herêma Rojhilat ev sûc şermezar kir.

Cidêi got: "Armanca hedefkirina şêxên herêmê têkbirina ewlehiya herêmên ku ji aliyê QSD/YPJ/YPG`ê ve birêve diçe ye û  derxistina fitneyên mezhebî, olî û etnîkî ye."

'ŞÊX Û RÛSPIYÊN EŞÎRA DI XURTKIRINA JIYANA HEVBEŞ DE XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG IN'

Cidêi destnîşan kir ku bi saya QSD, şêx û rûspiyan herêm di nava aramî û ewlehiyê de ye, eşîrên herêmê rola wan di nêzîkatî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de heye û wiha domand: "Ev ewlehî û hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de ne li gorî berjewendiya dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ye. Ji ber wê sûcan li dijî rûspiyên eşîrên herêmê, pêk tînin."

Cidêi di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca hedefkirina şêx û rûspiyên eşîran ji her kesî re diyar e û got ji ber ku eşîr û qebîle erka xwe ya mirovî, exlaqî û niştîmanî ya destekdayîna ji QSD`ê û YPJ/YPG`ê re pêk tînin.

'RÊYA TÊKBIRINA KOMPLOYAN, HEVGIRTIN Û PIŞTGIRIYA QSD'Ê YE '

Di dawiyê de Koordînatorê Giştî yê Meclisa Eşîr û Rûspiyên herêma Rojhilat Hewas Cidêi bang li rûspî û şêxên eşîr û qebîleyên li herêmê kir ku erka xwe ya mirovî û exlaqî li beramberî êriş û kuştinan pêk bînin, yekitiya xwe xurt bikin, destekê bidin QSD`ê da ku plan û komployên li herêmê têne kirin, têk biçin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din