Hevserokatî…rêya serkeftina jinan di siyasetê de

Di demekê ku li welatên herî pêşketî yên cîhanê beşdarbûna jinan di qada siyaset û dayîna biryaran de, tenê şekilî ye, beşdarbûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de, di asteke stratejîk de ye.

Bi boneya derbasbûna 7 salan li ser ragihandina Rêveberiya Xweser li her sê kantonên Rojava “Cizîr, Kobanê û Efrînê”, di vê raporê de em ê balê bikişînin ser beşdarbûna jinan di dayîna biryaran û rêvebirina herêmê di aliyê siyasî de û em ê ji nêz ve nas bikin ku jin îroj gihaştine çi astê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan peywirên herî bilind di aliyê siyaset û birêvebirinê de bi dest xistine û wekî hevkareke çalak li kêleka mêran di birêvebirina sazî, desteyên siyasî, dîplomatîk, rêveberiyê, leşkerî û hwd..de, cihê xwe digire.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema ku koçberên Efrînê ji nû ve li kampên herêma Şehbayê ava kirine, modeleke ji bo pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de ye ku tenê di bin sîwana rêveberiyekee demokratîk de pêkane.

Sîstema hevserokatiyê ruhekî nû di sîstemên rêveberiyê de ava dike. Ev rêbaz di rêveberiyê de, dihêle ku rêveberiyeke dûrî sîstema rêveberiya navendî ya li gorî zihniyeta zilam derkeve holê.

Cara yekê têgeha "hevserokatiyê"sala 2007`an ji aliyê Partiya Çepgir a Almanî ve ket meriyete.

Ev rêbaz wekî stûnekî sereke ji bo avakirina civakeke demokratîk ango ji bo avakirina netewa demokratîk ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5`emîn de bal kişandibû ser girîngiya pêkanîna wê, tê pejirandin.

Rêber Abdullah Ocalan fikireya "qûta" jinan di rêveberiyê de ango bi rêjeyeke diyar, red kir û banga wekheviyê kir.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5`emîn a bi sernavê “Doza Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” de dibêje: “Di avakirina netewa demokratîk de, rizgariya jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Jina azad, tê wateya civaka azad, civaka azad jî netewa demorkatîk e.”

Rêber Ocalan bi berdewamî got:“Yê ku vê tecrbubeyê bi serkeftî derbas bike, yanî yê ku azadiyê di kesayeta xwe de ava bike, dê karibe li gorî kesayeta xwe ya bi azadiyê dagirtî civaka nû û netewa demokratîk jî ava bike.”

 TÊKOŞERÊN JIN BÛN PÊŞENG

Heke em rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên herêmên din ên Sûriyê, ango jinên welatên cîran û heta bi jinên hin welatên biyanî re bînin gel hev bi taybetî piştî salên aloziya Sûriyê, em ê bibînin ku çalakvan û fermandarên jin ên siyasî ku îradeya xwe ji bîrdoziya rêber Abdullah Ocalan têkildarî azadiya jinan girtine, derdikevin holê.

Ji têkoşerên siyasî yên navên wan di qada siyasetê de di dawiya salên 1990`î de berz bûye, endama komîteya navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkoşer Şîlan Baqî ye ku di 29`ê Mijdara 2004`an de tevî 4 hevalên xwe bi komployeke hevbeş a îstixbaratên Şam û Enqereyê li Mûsilê, hat şehîdxistin.

 Her wiha siaysetmedar û sekertera giştî ya Paritya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku di dema êrişên dewleta Tirk a daigrker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di 12`ê Cotmeha 2019`an de li ser rêya M4 ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû qetilkirin e.

Ji bilî wan bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Suryan û Turkmen hene ku beşdarî dayîna biryarên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin û ji aliyên ajandeyên cuda ve bûne hedef.

JIN DI CIHÊ BIRYARDAYÎNÊ DE

Tevgera pêşketina dîrokî û veguhertinên civakî û fikirî bandorê li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û di çalakiya guhertin û avakirinê de, beşdarbûna çalak a jinan pêwîst e.

Jinên herêmê piştî têkoşîneke dirêj ku ji îsbatkirina nasnameya çandî dest pê kir, gihaştin vê astê, mafên xwe bi dest xistin û beşdarî navnedên biryardayînê bûn.

Têkoşîn û berxwedana jinan berhema beşdarbûna wan di damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava di sala 2014`an de û amadekirina bingeheke demokratîk jê re ye, ku hişt ev rêveberî xwedî taybetmendî be û gelek serkeftinan bi dest bixe.

Hêvî Mistefa yekem jin bû ku peywira seroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê di dema ragihandina wê di Çileya 2014`an de, girt.

Jin zêdetir tev li rêveberiyê bûn û di 2018`an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin, ku jinan rolên girîng tê de lîstin. Bi wê yekê jin di birêvebirina saziyên sivîl, leşkerî, siyasî û hwd de bûn berpirs.

Bi saya vê têkoşînê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû modeleke rêveberiya demokratîk li cîhanê ji ber ku bingeha hevserokatiyê ji xwe re esas girt.

Bêrîvan Xalid ku di 6`ê Îlona 2018`an weke Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate hilbijartin, wiha dibêje: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava kûrbûna aloziyê û tevlîheviyê de, xeta sêyemîn hilbijart û xwe ber bi ti aliyan ve nekişand. Bi wê yekê karîbû destkeftiyên ku bi xwîna şahîdan hatine bidestxistin, biparêze."

Rêber Abdullah Ocalan di pareznameya xwe ya 5`emîn de wiha dibêje: "Jiyana azad û bi rûmet bi jinan re tenê di şert û mercên ku tê de milkiyetê qebûl nake, pêkane. Tê de cinsiyetparêziya civakî ku dihêle milkiyet derkeve holê, tê derbaskirin û wekheviya civakî di hemû aliyan de mayînde dibe.”

KENGÎ DESTPÊ KIR?

Heke em hinekî li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku rola jinan di parastina nirxên civakê de sereke ye, lê bi demê re mêr rola jinê înkar kir, ew bi kar anî û mafên wê jê standin, da ku serwerî û hegemoniya xwe li ser civakê ferz bike.

Rola mêr di pêşengtî û birêvebirina civakê di serdema Someran de berz bû. Şarestaniya Someran bi cudahiya di navbera beşên civakê de, hegemoniya mêr û desthilatê û bikaranîna beşa jêr ji bo xizmetkirina beşa jor, dihat nasîn.

Li vir em ê hin bûyerên dîrokî di dîroka têkoşîna jinan de bi bîr bixin, wekî çalakiya greva birçîbûnê ya jinên kedkar li bajarê New Yorkê ya DYA`yê di 8`ê Adara 1857`an de ya ji ber newekheviya di navbera jin û mêr di saetên kar û pereyên wê de.

Ew roj bû destpêka têkoşîna jinan a ber bi bidestxistina mafên wê yên jê hatine stendin ve. Wê demê, jinan li gelek deverên cîhanê ji bo xwestina mafên xwe serî hil dan.

Bi rastî jî, ew serhildan bû faktoreke sereke ku NY`yî di 16`ê Adara 1977`an roja 8`ê Adarê wekî rojeke cîhanî ya têkoşîna jinan bipejirîne.

Lê belê, heta niha li gelek welatên cîhanê hîna jin ji ber zihniyeta înkarkirinê ku jinan li kêleka mêran di kar de û girtina wê ji peywirên rêveberiyê û siyasetê re qebûl nake, azaran dikişînin.

LI KURDISTANÊ

Li Kurdistanê têkoşîna jinan nesekinî, bi taybetî pişt ku îdyeolojiya rêber Abdullah Ocalan nas kirin, ku ji bo azadiya jinan têkoşiya û hîna jî têdikoşe. Partî û rêxistinên jinên Kurdistanê yên destpêkê hatine avakirin “Yekitiya Jinên Nîştimanperwer ên Kudistanê” bû ku sala 1987`an hate avakirin, lê belê ev rêxistin jî tenê li Ewropayê sînordar ma.

Di destpêka sala 1999`an de Partiya Jinên Kedkar ên Kurdistanê hate ragihandin û di kongreya xwe ya 5`emîn de navê xwe kir “Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê”.

Li vir em ê bi taybet behsa kesayeta têkoşer Sakîne Cansiz bikin ku roleke pêşeng di rêwîtiya têkoşîna jinên azad li Kurdistanê û tevahî cîhanê de lîst. Sakîne Cansiz ji jinên destpêkê bû ku tev li têkoşîna bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan a ber bi avakirina civakeke azad ve, bûye. Sakîne Cansiz wekî jineke têkoşer ji bo pêkanîna wekhevî û edaletê hate binavkirin û bandoreke mezin li hêzên demokratîk kir.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9`ê Çileyê 2013`an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve, hatin şehîdxistin.

Li Rojava, di 15`ê Çileyê 2005`an de “Yekitiya Star” weke pêwîstiyeke jiyanî da ku karibin êş û xwestekên jinan li herêmê bînin ziman, hate avakirin. Piştre di Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ew rêxistin bû sembola têkoşîna jinan.

Wekî encama çalakbûna jinan di Şoreşa Rojava de ku xwe dispêre mîrasa jinên di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de, Şoreşa Rojava bi "Şoreşa Jinê" hate binavkirin.

HEVSEROKATÎ

Li gorî her 5 pareznameyên rêber Abdullah Ocalan, her du profesoran Donald Matthews û Thomas Geoffrey Milly di Zanîngeha Cambridge de lêkolînên berfireh der barê konferdaliya demokratîk û sîstema hevsrokatiyê de çêkirin û Navenda Kurdî Ya Lêkolînan ew lêkolîn weşandin.

Her du professoran di lêkolînên xwe de wiha gotin: "Projeya demokratîk tekeziyê bi rizgariya di navbera her du zayendan de dike, bi rêya pêkanîna sîstema hevserokatiyê û sîstema paran ku wekheviya di navbera jin û mêr de hemû şêwazên nûnertiya siyasî çêdike. Bi rêya rêxistina komele û akademiyên jinan her wiha hebûna hêzên leşkerî yên taybet bi jinan. Ev konfedralîzm projeyeke demokratîk e ku ji nû ve mafê ‘diyarkirina çarenûsê’ wekî demokratîkbûneke yekser li dijî dewleta ku wekheviyê red dike, ye.”

Piştî du salan ji ragihandina rêveberiyên xweseriya demokratîk li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê sala 2014`an, di Nîsana 2016`an de, rêgeza hevserokatiyê wek pergalek ji bo birêvebirina tevahiya desteyên rêveberiyê hate erêkirin.

Piştî ku ev pergal li şûna pergalên desthilatdar hate rûniştandin, ev yek bala gelekan kişand. Ji ber wê gelek sazî û partiyan ev pergal anku hevserokatî di sazûmaniya xwe de pêk anîn.

Ev pergal di komîn, meclisên gel, sazî û desteyan de li tevahiya herêm û gundan kete meriyetê.

Ji bo ku jin cihê xwe di girtina biryaran de bigire, Bêrîvan Xalid dibêje: “Ruxmî ku di dirêjahiya dîrokê de jin tev li tevahiya şoreşên cîhanê û yên Ereb bûne, lê têkoşîna wê berdewam nekiriye û tenê di çarçoveya mal de maye. Lê ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nehat. Jinan roleke sereke di girtina biryaran de lîst û bi rêya şoreşê pêşengiya civakê kir.”

Li gorî nirxandina Bêrîvan Xalid, rol û tevlêbûna jinan di warê siyasî û rêveberiyê de li welatên Ereban û cîhanê gelek lawaz e û tenê şeklî ye. Lê jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev teşeya qebûl nekir, şerê wê zihniyetê kir. ev yek di tevlêbûna wê ya bibandor de di birêvebirina herêma de diyar dibe.

Bêrîvan behsa tecrubeya xwe ya li kêleke mêr di rêveberiya herêmê de kir û got: “Me gelek zehmetî ji ber zihniyeta mêran kişand û heta niha em dikişînin. Lê ev mijar bi asta têkoşîna jinan ji bo ku destkeftiyên xwe yên di nava şoreşê de bi dest xistine, biparêze ve girêdayî ye. Berpirsyarî mezin e û parastina destkeftiyên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dikeve ser milê jinan.”

Bêrîvan piştrast kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya warê siyasî, dîplomasî, rêveberî û leşkerî dikin.

NÊRÎN

Şêniyan derbarê tevlêbûna jinan di derxistina biryaran û birêvebirina herêmê de de, parve kirin û piraniya wan bi bîr xist ku rêjeya tevlêbûna jinan di komîteyên siyasî, navendên girtina biryara siyasî de zêde dibe.

Şêniyan destnîşan kir ku tevlêbûna di warê siyasî de tevlêbûnek rastîn e. Lê hinek pêşniyar hene ku divê ev rêje ji sedî 45 ne kêmtir be. ji ber jin bingeha civakê ye û roleke mezin di xebatên siyasî de dilîzin.

Piraniya şêniyan sedema vê yekê vegerandina baweriya berê ku xebatên siyasî dijwar in û veşartî ne. Her wiha her kesê navê “Siyasetê” bi lêv kiriye jî têra xwe ji îşkenceyê ji hêla saziyên ewlehiyê ve xwar. Li rex wê jî kevneşopiyên berê, divê jin berpirsa mala xwe bin û zarokan mezin bikin. Ev hemû rola jinan û tevlêbûna wê di warê siyasî de lawaz kir.

Li gorî nêrînên şêniyan, heke jin tev li warê siyasî nebe, ev yek xebata siyasî lawaz dike û dîtina çareseriyên adil û demokratîk asteng dike. Jin rêvebereke serkeftî ye ji ber ku dema civakê birêve dibe cudahiyê naxe navbera çînan an jî aliyan de.

Gelek lêkolîn girêdayî tevlêbûna jnan di warê siyaset de îsbat dikin ku jin di warên siyasî, leşkerî û dîplomasî de roleke serkeftê dilîzin. Her wiha diyar dikin ku sedema wê jî ew e ku jin di kar de dirust dixebitin. Kapîtalîst jî nikare bi hêsanî jinan kontrol bike, nexasim ku di birêxistinkirina siyasetê de jin hîma erênî ya herî bi hêz e.

Wek encam, ji bo pêkanîna şoreşan û bi serxistina wan, jin hîmeke bingehîn e. Hebûna wê di vê qadê de, ji bo tevahiya dozên civakî çareserî ye. Ji ber ku bingeha rêya lêgerîna rast a azadî û wekheviyê ye. Her lêgerînek bê jinan, ji rastiya xwe dûr dikeve. Bê jin azadî, wekhevî û edaleta civakî pêk nayê.

ANHA


Mijarên Din