Hevserokatiya Herêma Cizîrê ji bo Şêxmûs Mûsa sersaxî xwest

Hevserokatiya Herêma Cizîro ji ber wefata cîgirê hevserokatiyê û kesayeta welatparêz Şêxmûs Mihemed Mûsa sersaxî xwest.

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê û kesayeta welatparêz Şêxmûs Mihemed Mûsa duh li nexweşxaneyê Qamişlo di temenê xwe yê 71 salî wefat kir.

Hevserokatiya Herêma Cizîrê peyama ji ber wefata Şêxmûs Mihemed Mûsa peyama sersaxiyê li ser malpera xwe belav kir.

Peyam wisaya ye: "Bi êş û xemgîniyeke mezin me wefata cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê û kesayeta niştimanî birêz Şêxmûs Mihemed Mûsa bihîst. Şêxmûs roja 26‘ê Îlona 2019‘an di temenê xwe yê 71 salî li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo ji ber krîza dil wefat kir.

Birêz Şêxmûs Mûsa mirovekî niştimanperwer û têkoşer bû, jiyana xwe xist xizmeta dozên gelê xwe. Ji rojên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û heta roja dawî bê westandin bi berpirsyartî dixebitî. Şêxmûs Mûsa mînaka fedekarî, çalakî  û tewazîbûnê bû û wekî cîgirê hevserokatiyê dixebitî.

Wefata kesayeta niştimanî û siyasî ne tenê ji bo malbatê lê belê ji bo welat windahiyek e.

Em saziya ji malbat, heval û xizmên Şêxmûs re sersaxiyê dixwazin û ji xweda dixwazin ku bi dilovanî û bihuşta şad bike."

ANHA


Mijarên Din