Hevserokatiya Cizîrê biryarnameya "Qanûna şirketan” erê kir

Hevserokatiya herêma Cizîrê biryarnameya hejmar /5/ a sala 2019`an a qanûna şirketan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, erê kir.

Hevserokatiya herêma Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hîva El-Erebo biryarnameya hejmar /5/ a sala 2019’an a zagona şirketên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, îmze kirin.

Di biryarnameyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Li ser bingeha rêgezên hevpeymana civakî û erêkirina meclisa zagonsaz di civîna xwe ya hejmar /5/ dîroka 30/6/2019, hevserokatiya herêma Cizîrê biryarnameya hejmar /5/ a sala 2019 a qanûna şirketên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxist.

Biryarname ji aliyê hevserokan Şêx Himêdî Deham El-Hadî û birêz Hîva Ebdillah El-Erebo ve hate îmzekirin. Biryarname ji roja dîroka belavkirina wê ve, dikeve meryetê.

ANHA


Mijarên Din