Hevseroka PYD'ê: Divê Kurd bibin yek û piştgiriya bidin pêngava KCK'ê

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso bang li kurdistaniyan kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin pêngava KCK'ê da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Kurdistanê bibin bersiv.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso girîngiya pêngava Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya bi diruşmeya "Bes e tecrîd, faşîzm, dagirker, dem dema azadiyê" nirxand.

'PÊNGAVA KCK'Ê BERFIREH BÛ'

Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û sûcên ku li dijî gelê Kurd pêk tîne û got, ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser gelemperiya Kurdistanê, Koma Civaka Kurdistanê pêngavek da destpêkirin.

Eyşe Hiso destnîşan kir ku pêngava KCK'ê bi elaqeyeke mezin a şêniyan hate pêşwazîkirin û diyar kir ku PYD'ê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê bi rêya çalakiyan piştgiriyê dide pêngavê.

'DEWLETA TIRK HEWLDANÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ ASTENG DIKE'

Hevseroka PYD'ê di berdewama axaftina xwe de îşaret bi dosyaya Sûriyê, rewşa gel li Rojavayê Kurdistanê û dagirkirina dewleta Tirk hin beşên ji xaka wê kir û da zanîn ku bi destwerdana dewleta Tirk re çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Her wiha bal kişand ser girîngiya pêngava KCK'ê û bi bîr xist ku ev pêngav di wextekê de hat ku xeteriya dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li herêmê û di nava bêndengiyeke şerm a navneteweyî de aloziya Sûriyê kûrtir bike."

'DEWLETA TIRK LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVNAGERE'

Têkildarî pêkneanîna dewleta Tirk ya agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Eyşe Hiso  destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike, ji bo qada herêmên dagirkeriya xwe berfireh bike êrişê jîngehên sivîlan dike û bi hezaran jin û zarok qetil kirin.

Eyşe Hiso bi domdarî got: "Tirkiyê dixebite ku dest deyne ser herêmê û bi hincetên nerast hewl dide parçeyên ji dewletên derdora qut bike da ku împeratoriya Osmanî vegerîne. Planên Tirkiyê tenê li Sûriyê sînordar nîne, lê hewl dide Mûsil û Kerkûkê dagir bike."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK Û PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊNGAVA KCK’Ê'

Eyşe Hiso bang li şêniyên gelê Kurdistanê kir ku rêza xwe bikin yek piştgiriyê bidin pêngava KCK’ê û hemû komployên li dijî gelê Kurd vala derxînin.

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê sînorek ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Rojava were dayîn û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin qezenckirin, werin parastin.

ANHA


Mijarên Din