Hevseroka MSD’ê Emîne Omer: Em ê xebatên rêveberiyê berfireh bikin

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer got “Ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatên rêveberiyê, dewlemendkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û bidestxistina encamên ku dikevin xizmeta şêniyan, em ê hewl bidin di kongreya xwe de bigihêjin biryarên girîng û stratejîk.”

Kongreya ku MSD li bajarê Hesekê bi dirûşma “Mîsogerkirina welatîbûnê û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina rihê komînal di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl de” li dar dixe, kongreya yekemîn e ku ji bo hemû şêniyên Cizîr û Firatê û li ser xaka Sûriyê û dûrî dewletên herêmî an destwerdanên derve tê lidarxistin. Ev kongre wek gava yekê ya çareseriya siyasî û rizgarkirina Sûriyê ye.

Piştî axaftina destpêkê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîne Omer axivî û tekezî bi girîngiya lidarxistina kongreyê kir û got: “Em kongreya xwe di mercên zehmet û ne ji rêzê de li dar dixin. Em hêvî dikin ku ev kongre di xebatên guhertina demokratîk a Sûriyê de, destpêkeke baş be û wek MSD em di çareseriya siyasî de roleke aktîf bilîzin.”

Emîne wiha axaftina xwe domand: “Me hewl da em diyaloga hundirîn bi gelek aliyên sûrî re bi pêş bixin, em bi wan re gihîştin lihevkirinên bingehîn ên girêdayî Sûriya pêşerojê. Me di demên dawîn de li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanel li dar xistin da ku em nêrîn û pêşniyarên ji bo mîsogerkirina îstiqrarê li herêmê, pêşxistina xebatên rêveberiyê, xurtkirina hêmanên parastinê û mayîndekirina aştiyê di nava şêniyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan de, kom bikin. Beşdarên wan panelan nêrînên xwe bi zelalî parve kirin û rexneyên xwe bi rihê berpirsyarî û welatparêziyê anîn ziman. Her wiha pêşniyarên girîng ji bo lidarxistina vê kongreyê pêşkêş kirin.”

Emîne Omer diyar kir ku tevgera gelê Sûriyê ku Adara 2011`an dest pê kir rastî gelek xetere û astengiyên ji aliyê desthilata zordar ve hat û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriye gihand rewşeke bi tehlûke, ji ber wê bi sed hezaran welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest da, bi milyonan koçber bûn, bi deh hezaran hatin binçavkirin û Sûriye kir navenda şerê dewletên herêmî û dagirker û bû navenda komkirina çeteyên ku ji bo berjewendiya ajandeyên derve kar dikin.”

Emîne her wiha destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn a tevgera gel ve, xetereya heyî hîs kir û rê li ber fitneyê girt ku rejîmê û gelek hêzên derve hewl da derxin û wiha domand: "Lê belê şêniyên herêmê Rêveberiyên Sivîl û Rêveberiyên Xweser damzirandin û Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirin ku tevî hêzên Koalîsyonê cîhan ji terora çeteyên DAIŞ`ê xilas kir.”

Emîne baweriya xwe bi rêvebeiryê nîşan da ku ji beriya 7 salan ve hate avakirin, qonaxên herî zehmet derbas kirin, li dijî êrişên herî hovane yên dewleta Tirk a dagirker sekinî û bi keda ciwanên xwe bi pêş ket.

ARMANCA MSD`Ê

Hevseroka MSD`ê daxuyand ku ji destpêka damezirandina MSD`ê ve hewl dide xwe bigihîne çareseriya siyasî ya li ser esasê diyaloga Sûrî-Sûrî û pîvanên guhertin û veguhertina demokratîk ber bi Sûriyeke pirreng, nenavendî û mafên hemû pêkhate, ol, netewe û etnîkan mîsoger dike.

Emîne wiha lê zêde kir: “Em ji vê derê dibêjin ku em ji diyaloga bi hemû aliyên Sûriyê re vekirî ne, da ku em bigihînin lihevkirinên ku welata me û gelê me ji keraseta mezin rizgar dike. Me bi hev re qonaxên zehmet bi tunekirina çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de derbas kir. Em ê têkoşîna li dijî zihniyeta terorê û zordariyê berdewam bikin û li dijî komployên ku li ser Sûriyên tên sazkirin wekî projeyên parçekirin, dagirkerî û guhertina demografiyê, bisekinin.”

Her wiha da zanîn ku ew ê pîvanên demokratîk, edaleta civakî û mafên jinan misoger bikin, Rêveberiya Xweser bi rihê komînal xurt bikin, xebatên saziyan pêş bixin, rê li gendeliyê bigirin, rihê berpirsiyariyê, hesabxwestinê xurt bikin û edalet û qanûnê pêk bînin.

Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêşxistin û berfirekirina xebatên rêveberiyê û dewlemendkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û bidestxistina encamên ku dikevin xizmeta şêniyan, di vê kongreya xwe de em ê hewl bidin gibihînin biryarên girîng û startejîk.”

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de bang li beşdaran kir û got: “Em bi hev re bi rihekî berpisyar û îradeyeke azad tev bigerin. Em layiqî pîrozî û fedakariyên şehîdên xwe bin, em sozên ku ji bo wan tê koşiyane, pêk bînin, em li ser şopa wan bin û armancên ku ji bo wan şehîd bûne, pêk bînin.”

Tê payîn ku bernameya xebatên kongreyê bê xwendin ku di panelên li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine lidarxistin û li ser hatibû lihevkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din