Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Cizîrê: Em dikarin çeteyên DAIŞ`ê darizînin

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mela Mihemed tekez kir ku tevahiya parêzer û dadwerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne DAIŞ`ê di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de darizînin û got: "Em ji bo darizandina DAIŞ`ê xwe dixin tehlukeyê lê Tirkiyê hewl dide DAIŞ`ê bide revandin û vegerîne Sûriyê û Iraqê."

QSD`ê di pêngavên rizgarkirinê de bi sedan çeteyên DAIŞ`ê girtin. Piştî ragihandina QSD`ê rizgarkirina tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk  yekser banga avakirina dadgehên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir. Rêveberiyê daxwaza xwe vegerand hebûna tevahiya delîlan li ser kiryarên DAIŞ`ê li herêmê.

Berpirsên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku pêwîste bi lez çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin. Ji ber ku li gel gefên Tirkiyê yên domdar li ser herêmê, çeteyên DAIŞ`ê li ser ewlehiya herêmê û cîhanê xeter in..

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed destnîşan kir ku çareseriya tekane ji bo pêkanîna adaletê, darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Me tu bersîv diyar ji civaka navdewletî negirt

Arya Mele Ehmed ev tişt diyar kir: "Me gelek caran bang li civaka navdewletî kiriye da ku dadgehên navdewletî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ava bike, lê me tu bersîvek diyar ji civaka navdewletî negirt. Bi taybet piştî komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê ya ku li Amûde heya sê rojan li dar ketiye. Em amade ne wan çeteyan li gorî sûcên ku kirine darzînin û tevahiya delîlên ku sûcên wan isbat dikin kom bikin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê qanûna ku darizandina sûcdar li cihê ku sûc lê kiriye bi bîr xist û diyar kir cihên ku çeteyan lê sûc kirine Sûriyê û Iraqê ne.

Arya destnîşan kir ku wan xwestine ku dadwerên navdewletî û iraqî xwedî tecrube tev li darizandina çeteyên DAIŞ`ê li rex dadwerên herêmî bibin.

Ji 25`ê Adarê ve berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêwîstiya avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir, lê rêveberiyê heta niha tu bersîv negirtiye.

Arya diyar kir ku girêdayî dosaya darizandina çeteyan tu destekek navdewletî nebiriye.

Ji bo darizandina DAIŞ`ê em xwe dixin tehlukeyê lê Tirkiyê hewl dide wan bide revandin

Girêdayî vê mijarê Arya balkişand ser gefên Tirkiyê û metrisiyên ku dibe pêk werin eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û got: "Tirkiyê hewl dide komkujiyên din der heqê gelê herêmê de pêk bîne. Her wiha bi hewldanên xwe  ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yê li cem rêveberiyê girtî bide revandin û DAIŞ`ê vegerîne Sûriyê û Iraqê. Her kes xeteriya DAIŞ`ê eger birevin dizanin."

Meclisa Giştî ya Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawîn de komîteyek ji bo nîqaşkirina karûbarên qanûnî girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ava kir. Her wiha bi aliyên derve re girêdayî wê giftogu dike. Komîteyê pêwîstiya darizandina çeteyan li herêmê tekez kir.

Komîteyê tekez kir ku pêwîste îtîrafek navdewletî bi dadgehê hebe yan jî dewletên ku hemwelatiyên wê di nav DAIŞ`ê de ne û li cem Rêveberiya Xweser girtîne werbigirin piştî ku demên hikuma xwe li cem Rêveberiyê biqedînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din