Hevserokê KNK’ê: KNK amade ye di navbera hêzên Kurd de navbeynkariyê bike

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus hişyarî da PDK’ê û diyar kir ku şerekî di navbera Kurdan de wê bibe sedem ku hemû destkeftiyên Kurdan bên tasfiyekirin û got “KNK amada ye ku dest bi guftûgoyan di navbera Tevgera Azadiyê û PDK’ê de bike.”

PDK li çiyayên Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê mewziyan çêdike û hêz û çekên giran bi cih dike. Çavdêr û partiyên Kurd dibêjin ku ev tevgera PDK’ê amadekariya şerekî li hember PKK’ê ye.

Piştî ku PDK’ê hêzên xwe yên taybet ê bi navê Gulan li ser sînorê çiyayê Garê bi cih kirin, rayedarên PKK’ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) jî daxuyanî dan û gotin ev amadekariya şerekî li dijî gerîla ye. Ev tevgera PDK’ê rastî nerazîbûneke mezin a gelê Kurd hat. Li gelek deverên Kurdistanê Kurdan bi meş û çalakiyan amadekariyên PDK’ê yên şerê li dijî gerîla şermezar kirin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus jî got ew amade ne di navbera partiyên Kurdan de navbeynakariyê bikin da ku nehêlin şerekî navxweyî rû bide.

‘DI ALOZIYAN DE YEKSER DESTÊ DEWLETA TIRK HEYE’

Karamus îşaret pê kir ku ev cara yekem e aloziyek bi vî rengî rû daye û got: “Heger em li 20 salên berê binêrin em ê bibînin şerê ku di navbera tevgerên Kurdan de derket bi destê dijminan (Îran, Tirkiye û dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê) pêk hatibû. Beriya salekê jî li herêma Zînê Wertê bi heman rengî aloziyek derket. Ew jî di nav tevgerên Kurdan de bû sedema metirsiya şerekî. Niha jî PDK bi çekên giran hêza xwe li çiyayên Kurdistanê ji bo şerêkî navxweyî bi cih kiriye. Ev ne ji xêrxwaziyê pêk tê. PDK dema wan tevgeran dike ne ku dixwaze li hemberî dijmin şer bike, hêza xwe li hemberî PKK’ê ku şerê azadiyê dikin, amade dike. Di van alozî û rûdanan de yekser destê dewleta Tirk heye.”  

Karamus destnîşan kir ku alozî di encama peymanên di navbera PDK û dewleta Tirk de pêk tên û got: “Demeke dirêj e peymanek bi vî rengî di navbera PDK û dewleta Tirk de pêk hatiye ku dixwazin herêmê bixin bin dorpêçê û PKK’ê tasfiyê bikin. Em vê peyman û tevgera bi vî rengî bi dijmin re tu carî rast nabînin û wê bibe bela sere wan. Heya dawî jî em ê li hemberî vê helwestê bisekinin. Heger aloziyek di navbera partî, rêxistinên Kurdan de hebe, rêya çareseriyê ne bi şerê navxweyî ye. Yên ku destê xwe dirêjî dijmin bikin û peymanên di navbera dewletek kolonyalîst, dîktator pêk bînin ev ne cihê çareseriyê ye. Pirsgirêkên ku hene dive bi rêya guftûgoyên navxweyî bên çareserkirin.”

‘KNK AMADE YE DEST NAVBEYNKARIYÊ BIKE’

Karamus bal kişand ser rola KNK’ê û got: “KNK amade ye dest bi guftûgoyan di navbera PKK û PDK’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de bike. Em şerê navxweyî naxwazin. Di vê qonaxa hesas de tu berjewendiyên Kurdan di şerê navxweyî de tune ne. Berovajî berjewendiyên dijmin tê de hene. Ev dijmin li cîhanê destdirêjiyan dike û dixwazê aloziyan derxe holê. Em Kurd di vî warî de divê gelekî serwext bin û nekevin nav planên dijmin. Divê em pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Ger şerekî navxweyî derkeve em ê li hember wê bê deng nemînin.”

‘PDK BÛYE BEŞEK JI KONSEPTA DAGIRKERAN’

Karamus hem amadekariya êrişên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê hem jî êrişên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên, wek parçeyeke konseptê pênase kirin û got ev wek planên destkeftiyên Kurdan têk dibin, nirxand û got: “Dewleta Tirk armanc dike ku tevgera Kurd xwe bi xwe li hemberî hev bixe nav şerekî. Bixin zemîna mudaxeleya xwe. Bi vê jî dixwazin her du parçeyên Kurdistanê kotrol bikin. Ev plan li dijî statuya gelê Kurd û deskeftiyên Kurdan pêk tê. Dewleta Tirk amadekariya derxistina şerê navxweyî di navbera Kurdan de dike. Amadekariya êrişeke mezin li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yek armanc heye ku derdora şervanên azadiyê bigire, ji holê rake û bê însiyatîf bihêlê. Ne dûr e ku PDK bibe beşek ji vê êriş, konsept û planê.”      

DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ HELWESTÊ DIYAR BIKE’

Karamus bang li gelê Kurdistanê, partiyên Başûrê Kurdistanê û li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û ev tişt got: “Dive Mesûd Barzanî yekser mudaxaleya vê tevgerê bike da ku raya giştî û gelê Kurd li hemberî vê tevgerê amadekariya şer helwesta wî eşkere bizane. Ji ber ku div ê aloziyê de tu berjewendiyên Kurdan nîn in.

Hemû partiyên Başûrê Kurdistanê divê bi erkên xwe yên neteweyî, welatparezî li hemberî aloziyan derkevin. Hemû kes piştgiriyê bide KNK’ê ku bikare derfetê guftûgoyê ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî, çareserkirina pirsgirêkan bike. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi dengekî xurt li hemberî vê aloziyê û şerê navxweyî derkeve û hêrsa xwe nîşan bike. Ger em helwestê negirin em ê bi giştî sûcdarê encamên şerekî navxweyî bin.”

ANHA


Mijarên Din