Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê bang li hemû hêzên ku çalakiyên leşkerî dikin, kir û got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.“
Piştî rojekê Fermandariya Biryargeha NPG’ê got ku ew ê pêdiviyên banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” ku ji ber erdhejê ew bang kir, bi pratîkê bi cih bînin.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs anî ziman ku li gorî rewşa karesatî ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê re derbas dibe banga Bayik exlaqî û mirovî ye.
Karamûs got: "Ev biryar li gorî nirxên mirovî ye ku KCKʹê pê bawer e. Ev bang û xwedîderketina hêzan a li vê biryarê û tevgera li gorî wê karekî mirovî, exalqî, xwedî nirxên manewî û exlaqî ye. Her wiha helwesta esilzade a KCKʹê îfade dike."
Ahmed Karamûs destnîşan kir ku pêvajoya ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê re derbas dibe hevgirtina demokratan, alîkardayîna mexdûrên erdhejê, kombûna li derdora gel û xizmeta wê pêwîst dike. Her wiha îşaret pê kir ku di rewşeke wiha de AKP û MHPʹê yên li ser desthilatê ne ji berpirsyariyên xwe direvin.
Hevserokê KNKʹê da zanîn ku biryara KCKʹê biryareke pîroz e û wiha pê de çû "Ev biryar dê bandorê li moral û tevgerê gelê me bike. Bi teqez wê gel xwedî li vê biryarê derkeve. Ji ber ku biryareke mirovî ye. Ev biryar asta elaqeya KCKʹê ya bi parastina mafên mirovan ve diyar dike. ʹʹ
Tevî banga KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî, lê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG, helîkopterên şer ên dewleta Tirk çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên li derdora qada Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amedeyê bombebaran kirin, her wiha 27 caran qad bi çekên giran û obîsan kirin hedef.
Ji 6 heta 11ʹê Sibatê ve jî artêşa Tirk a dagirker 3 êrişên hewayî û bejahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn.
Li ser van êrişan, Karamûs got: "Em li benda tiştekî ji rejîma faşîst a dîktator nebûn ku guh nade nirxên mirovahiyê. Dewleta Tirk a dagirker berpiryariyên xwe yên alîkardayîna mexdûran paşguh dike û êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne."
Ahmed Karamûs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma AKP/MHPʹê li şûna ku tedbîran li hemberî karesatên xwezayî bigirin, lê girtina tedbîran rojekê jî nebû rojeva vê rejîma faşîst û got: "Berovajî vê yekê, ev alî her tim ji bo qirkirin û êrişên li ser Kurd û Kurdistaniyan amade ye. Rejîma faşîst ji bo qirkirinê budceyeke veqetandiye ku ji sedî 50ʹî ye. Ruxmî felaketê, rejîma faşîst a Tirk hîna êrişî gelê Kurd û Kurdistaniyan dike. Êrişên li ser Kobanê, Til Rifet û çiyayên Kurdistanê didomîne. Ev dide nîşandan ku êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û gelên Kurdistanê nesekinîne."
Hevserokê KNKʹê got, dewleta Tirk a faşîst a bi serkêşiya AKPʹê sedema karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got: "Dewleta Tirk tu tedbîr negirtin, lê rê li ber bazirganan vekir ku avahiyên bazirganî yên ku bûne sedema karesatê werin avakirin. Ji ber vê yekê em hikumeta AKP/MHP krîmînalîze dikin."
(bb)
ANHA