Şehîd Ferhad Şiblî an ku Ferhad Dêrik jiyana xwe ji bo avakirina civakeke azad û welatekî demokratîk her wiha pêkanîna neteweya demokratîk, veqetand.
Şehîd Ferhad Şiblî ji pêşengên Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an e. Di avakirina gelek saziyên sivîl û leşkerî û rêveberiyên xweser ên gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kedeke bê hempa da. Herî dawî cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
17`ê Hezîranê balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker li navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeya ku Ferhad Şiblî û 3 kesên din tê de bûn, kir armanc. Di encamê de hevalê Ferhad Şiblî û kesên pê re şehîd bû.
Şehadeta wî bandoreke mezin li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevrêyên wî hişt.
'ME HÊZA XWE JI ŞEHÎD FERHAD GIRTIYE'
Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û hevalê şehîd Ferhad Şiblî, Rustem Bekir axivî û anî ziman ku têkoşer Ferhad bê navber ji bo doza gelê xwe kar û xebat dikir û jiyana xwe ji bo xizmeta welat û parastina destkeftiyên şehîdan veqetandibû.
Rustem Bekir got: ''Şehîd Ferhad ji pêşengên Şoreşa Rojava bû û kesên destpêkê tev li avakirina saziyên sivîl û leşkerî bû, her wiha fikir û nêrînên wî xizmeta serkeftina Rêveberiya Xweser a Demokratîk kir, gelek serkeftin qezenc kirin ku ji cîhanê re bûn mînak.''
Bekir da zanîn ku wî li navçeya Dirbêsiyê bi şehîd Ferhad re kar û xebat kir û wiha dewam kir: "Mirov di çavên wî de hezkirina welat û fedekarî û girêdana bi doz û parastina gelê xwe ve didît. Min ji wî hêza xwe ya berdewamkirina têkoşîna vê şoreşê û parastina destkeftiyên wê girt."
Rustem Bekir da zanîn ku şehîd Ferhad di dirêjahiya xeta têkoşîna xwe de lingê xwe winda kir û di merasîmê şehîdan de digot 'bi şahdeta her şervan û têkoşerekî em parçeyekî ji laşê xwe winda dikin.'
Bekir got: "Me jî bi şehadeta wî parçeyekî ji laşê xwe winda kir.''
'BEŞDARBÛNA DI MERASÎMÊ WÊ DE NAMEYEK JI DIJMIN RE BÛ`
Hevrêya şehîd Ferhad Şiblî, Emîne Hêris jî îşaret bi beşdarbûna bi hezaran kesî di merasîmê oxirkirina şehîd Ferhad de û got: "Beşdarbûna bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî de nameyek ji bo dijminê gelê Kurd e, navaroka wê; hûn nikarin dîroka me tune bikin, ji ber ku me xeta têkoşînê esas girtiye."
Emîne Hêris şehîd Ferhad Şiblî bi têkoşerê bihêz wesif kir û got: "Jiyana xwe ji bo parastina xak û doza xwe veqetand. Şehîd Ferhad kesayeteke demokrat bû û nêrînê her kesî qebûl dikir."
Emîne Hêris da zanîn ku bi hezaran şêniyên Rojava bi israra şehîd Ferhad a li ser serkeftina şoreşê bandor bû û got: " Ez nikare vê israra wî ya ji bo serxistina vê şoreşê ji bîr bikim."
Emîne Hêris li ser şehadeta Ferhad Şiblî got: "Agahiyên şehadeta wî mîna bahozekî bû. Dewleta Tirk a dagirker ew kir hedef ji bo ku bandora wî li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin bû. Her wiha rola wî di serxistina Rêveberiya Xweser de mezin bû."
Emîne Hêris soz da şehîd Ferhad û tevahî şehîdên azadiyê ku ew ê têkoşînê dewam bike heta ku xeyalên wan bi cih bên.
(eh)
ANHA