Hevrîn Xelef: Çareserî di destê gelê Sûriyê de ye

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di danûstandina Sûrî-Sûrî de pekan e, ew jî di destê gelê Sûriyê de ye.

REQA

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi rasthatina salvegera 7`an a şoreşa Sûriyê ji ajansa me re axivî.

Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de got, şoreşa Sûriyê veguherî aloziyê û wiha got: “Alozî bû sedema koçberî û berbelavbûna gelê Sûriyê. Gelê Sûriyê bû qurbaniyê aloziya ku hîna berdewam e. Heta niha jî ev alozî negihaye çareseriyê.”

Hevrîn destnîşan kir ku hêzên herêmî desteka terorê kirin û bûn sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û wiha got: “Ev hêz bûn sedema rijandina xwîna gelê Sûriyê.”

 Çareseriya aloziya Sûriyê bi danûstandina Sûrî-Sûrî pêkan e

Her wiha Hevrîn makenîzmeya çareseriya aloziya Sûriyê nirxand û wiha pê de çû: “Çareserî di destê gelê Sûriyê de ye. Divê gel mafê diyarkirina çaranûsa xwe werbigire."

Di dawiyê de Hevrîn Xelef diyar kir ku nêz maye teror ango çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçin û wiha got: “Ji ber wê divê tevahiya hêzên siyasî, sazî û civaka Sûrî di radeya yekemîn de hişmendiya DAIŞ`ê li herêmê tune bikin û li şûna wê giyana hezkirinê di nav bera gelê Sûriyê de biçînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din