‘Hevpeymana Tirkiye û rejîma Sûriyê li ser hesab gelên herêmê ne’

Siyasetmedar û rojnemeger Beha Ewam got: “Hevdîtina di navbera dewleta Tirk û ya Sûriyê de tê wateya îmzekirina hevpeymana ewlekariyê ya jiberdêla hevpeymana Adanayê ve. Ev hevpeyman li ser hesabê gelên Bakurê Sûriyê ye.”

Di rojên derbasbûyî de li ser asta aloziya Sûriyê gelek guhartin û veguhatin çêbûn. Hinek ji van guhertinan li ser liv û tevgera Rûsya û Tirkiyên ên têkildarî Idlib û Sûriyê, nexasim bi nebûna rola Îranê re li herêmê.Têkildarî mijarê siyasetmedar û rojnameger Sûrî yê li bajarê Brîtanyayê Londonê dijî Beha Ewam ji ajansa me  re axivî.

Ewam wiha dest bi axaftina kir: “Di 15’ê mehê de li Moskowê hevdîtin di navbera serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî yê Sûriyê Elî Memlûkî û serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan de pêk hat. Ev hevdîtin ji bo diyarkirina hevpeymanek ku ji berdêla hevpeymana Adanayê ya ku di sala 1998`an de hatibû îmezkirin ve pêk hat.  Hevpeymana nû dê li gorî şert û mercên Tirkiyê be behtir ji Sûriyê. Lewma dê li ser hesabên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Anku li ser hesabên Kurd û Ereban be, ne tenê Rojhilatê Ava Firatê hema demê de Rojava jî be. Ev jî tê wateya ku eger dewletek bi tenê hevpeymanan îmze bike, dê ji berjewendiyên Şam û Enqereyê re nebin bersiv.”

Têkildarî rewşa Beha Ewam wiha axivî: “Rûdanên ku niha li Idlibê diqewimin raserî diyalogên Sûriyê û Tirkiyê hatin. Anku diyalog bi însiyatîfa Rûsyayê hatine birêvebirin. Dê  mohrkirina hevpeymaneke ku serenserî her du welatan bigire nava xwe bê kirin. Ev peyman, dema serok Vladimir Putin hat Şamê ji Beşar El-Esed xwestibû. Piştî Vladimir ji Şamê derket berê xwe da Enqerayê da ku bi Receb Teyyîp Erdogan re lûtkeya dawîn li dar bixe. DYA û Ewropa vê hevpeymanê bi şertê Îran beşdar nebe  û şerê li Bakurê welat bi dawî bibe, asteng nakin.”

Têkildarî lihevkirina di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de Ewam wiha got: “Pêwîstiya dewletên ku berpirsyarên aloziya Sûriyê ne, bi hevpeymaneke ku berjewendiyên Tirkiyê û Sûriyê bigire nava xwe heye. Lê di vê demê de  berjewendiyên van welatan rastî hev hatin. Heta bi şandina çeteyên Sûriyê ber bi Lîbyayê ve xizmeta hevpeymana Tirkiyê-Rûsya û Sûriyê li Bakur dike. Her ku xalên lihevkirinê yên di navbera Putîn û Erdogan ên  ji bo Libya û welatên din zêdetir bibin, wê îhtimala gihandina vê hevpeymanê zêdetir bibe.”

Ewam wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derxistina Îranê ji Sûriyê serkeftina Rûsyayê ye. Ev yek jî li gorî hevpeymana li Qudisê ya sala 2019`an a di navbera Amerîka û Îsraîlyê de hate mohrkirin, e.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din