Hevkariyê rêjeya nexweşiya Laşmanya kêm kir

Li navçeya Til Hemîs û gundewarên wê ku girêdayî herêma Cizîrê ye, rewşên nexweşiya Laşmanya di encama kedên Desteya Tenduristiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî, Şaredariyan û Komîteyên Tenduristiyê yên mecilsan de, kêm bûne. Di sala 2018’an de 10 hezar nexweş bi Laşmanyayê ketibûn, niha rêje gihaştiye 480 kesî.

Nexweşiya Laşmanya yan jî heba Helebê, ji nexweşiyên herî xeter e ku di navçeya Til Hemîsê û gundewarê wê de belav bûye. Heta li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev nexweşî tê dîtin. Ji bilî bandorên derûnî, lekeyên reş li ser rûyên kesên ku bi wê nexweşiyê dikevin çêdikin.

Ev neşxweşî bi rêya mêşa mê ya mêşa qum belav dibe. Nexweşî ji kesekî nexweş derbasî kesekî sax dibe.

Li gorî Navenda Tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê di sala 2017`an de Navenda Tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê rojane di navbera 44 heya 50 rewşên nexweşiyê pêşwazî dikirin. Rêjeya nexweşiyê di sala 2017`an de gihaşt 16 hezar rewşan. Di 2018`an de rêjeya kesên bi vê nexweşiyê ketine gihaşt 10 hezar rewşan. Di sala 2019`an de ev rêje kêm bûye û gihaştiye 480 kesan.

Dr.Hanî Hemendî endamê rêveber ê Navenda Tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê got: "Îsal rojane em nexweşek an jî du nexweşan pêşwazî dikin û hin caran ti halet tune ne."

Hemendî destnîşan kir ku bi saya hevkariya di navbera Desteya Tenduristiyê, Desteya Hawîrdor, Desteya Rêveberiya Herêmî, Şaredariyan û rêxistina xêrxwaziyê ya ku derman, aşle û madeyên pakirina birînan pêşkêş kirine rêjeya rewşên  nexweşiya Laşmanya kêm bûne. Hemendî destnîşan kir ku xebatkarên tendurirtiyê yên navendê rolek di vî warî de lîste.

Hemendî got: “Em dikarin bêjin ku nexweşî bi temamî tune bûye. Ev jî vedigere kedên şaredariyan û desteya tenduristiyê yên ku dermanên dij kêzikan reşandine û belavokên girêdayî awayên dermankirina nexweşiyê di nav şêniyan de belav kirine."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din