Hevdîtinên PYD-ENKS’ê û tirsa dewleta Tirk

Her dema ku hewldanên yekîtiya Kurdan tên dayîn, xewa dewleta Tirk a faşîst direve û planên qirêj dikevin meriyetê. Ji xwe ji dema ji Asyayê hatine Enedolê heta niha siyaseta ku dane meşandin ev e. Ji bo ku cihên ku ketine dagirkeriyek mayînde pêk bînin, ne tenê li hember Kurdan li hember hemû gelên herêmê ev siyaset meşandine.

Ji Selçûkiyan bigre heta Osmaniyan ji Osmaniyan bigre heya dewleta Tirk a niha, bicihbûna wan a li Enedolê li ser esasê koçberkirina gelê herêmê yan jî qetilkirina bi milyonan gelên herêmê pêk hatiye.

Ji dîroka Cumhuriyetê ve, bi dehan serhildanên Kurdan bi xwînrijandinê tepisandin. Cumhuriyetê ev kiryarên dagirkerî, talan û qirkirinê  ji bapîrên xwe wergirtiye. Tirkên Spî hîn di destpêka avakirina Cumhuriyetê de, komkujiya Ermenî û Sûryaniyan wek kevneşopiyekî ji İttihat Terakki girtin. Ev kevneşopî bi Plana Şark Islahat li ser Kurd û Rûman hat meşandin. Bi vê yekê Cumhuriyetê ji hemû cîhanê re da diyarkirin ku li ser kîjan hişmendiyê hatiye avakirin.

Dewleta Tirk gelên bingehîn ên Enadoliyê, Ermen, Çerkez, Laz û Sûryanî bi komkujî, koçkirin û asîmîlasyonê berteref kirin. Piştî wan hîn bi awayek hişktir bi ser Kurdan de hatin. Hewl dan, eger bi fîzîkî nebe bi asîmîlasyonê hemû Kurdan ji holê rakin.

ÎTIFAQA FAŞÎZMA TIRKÊN SPÎ Û TIRKÊN KESK: AKP-MHP

Komkujiyên ku di destpêka avakirina Cumhuriyetê de bi serhildana Şêx Seîd re destpê kirin, di serhildanên Agirî, Zîlan û Dêrsimê de berdewam kirin. Piştî wê bi her cûrê zextê û rêbazên qirêj ên asîmîlasyonê yên li ser Kurdan re, faşîzma Tirkên Spî di dema AKP’ê de veguherî faşîzma Tirkên Kesk, heman siyasetê ji hêza xwe tiştek winda nekir û dewam kir. Lê piştî ku li rexma her cûr qirkirin û rêbazên şikandina civakî encam negirtin, di dawî de îtifaqa faşîzma Tirkên Spî û Kesk di şexsê AKP û MHP’ê wek kevneşopiya dewletê, bi şerê taybet ê herî qirêj, hemû derfetên dewletê kirin seferber û îro jî didomînin.

Bloka faşîst a AKP-MHP’Ê di her firsetê de bi awayek vekirî îlan dikin ku, ew tehemûla hebûna Kurdan nakin û hebûna Kurdan wek sedema esasî ya tûnebûyîna xwe dibinin. Ji bo qirkirina Kurdan û asîmîlekirina wan, faşîzma dewleta Tirk gihiştiye lutkeya herî jor. Diktatoriya yek zilam bi mantiqê “eger mijara gotinê dewlet be tiştên din hemû ne giring in” tevgeriya, bi hestên netewperestiyê ev dîktatoriya yek zilam fişfişandin û hewl didin di nava civakê de meşru bikin. Li gel meşrûkirina faşizm û dîktatoriyê, kiryarên faşîst ên li dijî Kurdan û asta qirkirinê bilind kirin.

DÎSA SIYASETA KURD DIJBERÎ KURD

Lê, li ruxma zextên faşîst û êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan, asêbûna herî mezin a Kurdan jî ew e ku yekîtiya xwe çênekirine û li dijî van êrişan nesekinîne.  Erdogan ê faşîst ê ku rêveberiya AKP’ê dike, hinek Kurdan dikişîne cem xwe û siyaseta dîsa û dîsa Kurdan bi Kurdan bide şikandin dide meşandin. Ev siyaset îro jî ji Kurdan re astengiyek herî mezin e.

Lê, sedsala 21’an û şerê cîhanê yê sêyemîn, derfetek siyasî ya dîrokî dide Kurdan ku yekîtiya xwe ava bikin û hesab ji faşîzmê û dagirkeriyê bixwazin. Hele ku, di vê demê de Kurdan serkêşiya berxwedanek bêhempa ya li dijî rêxistinek wek DAIŞ a faşîst û xwînmij hat rêvebirin. Vê berxwedanê jî wisa kir ku gelên herêmê û cîhanê piştgiriyek ku hetanî niha nehatiye dîtin bidin gelê Kurd.  Şerê cîhanê yê sêyem wisa kiriye ku hêzên herêmî û cîhanî bi Kurdan re lihevbikin.

Xebatên yekîtiyê yên ku di sala 2013’an de hatin destpêkirin, niha gihiştiye qonaxa herî dawî. Hinek alî dîsa bûne qurbanê nêzîkatiyên faşîst ên dewleta Tirk û stuyê xwe li ber siyaseta dewleta Tirk tewandin û pişta xwe dan hesreta gelê xwe. Bi vê yekê xebatên yekîtiyê vala derdixistin.

Di roja îro de derfên nû hene. Rewşa niha ji 2013’ê de zêdetir derfetê dide yekîtiya Kurdan û heman demê de hîn zehmettir jî dike. Piştî sala 2013’an hêzên parastinê yên Kurdan di çeperekî de şerkirin, hemû aliyên civakê mil bi mil li dijî DAIŞ a ku êrişan dikir, tekoşîn kirin û dîrok nivîsîn. Piştî wê jî çêbûna Şoreşa Rojava, ji her demî zêdetir destê Kurdan bihêz kir. Siyaset û hêzên parastina Kurdan di qada navnetewî de hatin naskirin. Êdî pêwîstiya azadbûna Kurdan, bû rojeva bingehîn a hemû cîhanê.

Elbet, wê dijmin jî vê yekê nexwaze, ji bo astengiyan derxe tişta ku ji deste wê tê wê bike. Dagirkeriya ku bi Kerkûk û Efrînê destpêkir û bi Serêkaniyê û Girê Spî dewam kir, rastiya qirkirinê ispata vê yekê ya zindiye.

Dîsa komploya ku li Zînî Wertê xistine meriyetê, şênberbûna vê armancê ye. Li aliyekî êriş bike, dagir bike, bikuje û bide koçkirin, li aliyê din jî eger tu nikaribî; parçe bike, bi hev bide şikandin û ji hêz bixe û bixe bin kontrola xwe. Ev kiryar û siyaseta TC a faşiste ku sedsale dimeşîne.

DIBE KU HEVDÎTINÊN PYD Û ENKS’Ê PÊNGAVA YEKEM A KU DIÇE YEKÎTIYÊ BE

Li gel vê rastiyê li Rojava hevdîtinên PYD û ENKS’ê yên di demê dawî de didomin, dibe ku pêngava yekem a li dijî siyaseta qirker û dagirker a dewleta Tirk, diçe yekîtiyê be. Derfet û şertên vê hene. Şertê vê yekê yê bingehîn divê herkes bi rastî jî xwe bide yekîtiyê. Bê guman yekîtiya netewî dua û daxwaze her kesî ye. Tiştên din jî ne pir giringin. Tiştek ku Kurd lihev parve nekin tune. Nîne, ji ber ku hîn jî hebûn, nasname, çand û zimanê wan nehatiye qebulkirin. Gelekî kuz iman, hebûn û çanda wî nehatibe qebûlkirin, qalkirina tiştên ku ew winda bikin jî tewşiyek e.

Îro tişta ku bê windakirin tenê, têkoşîna azadiyê ya ku bi bihayê mirina milyonan Kurdî hatiye avakirin û derfeta azadiyê ya vê têkoşînê afirandiye ye. Eger Kurd yekîtiya xwe çênekin, tişta esas ku bê windakirin ev derfet û hêviyên azadiyê ne.

Tam di vê xalê de, dewleta Tirk a faşîst ku çawa di sala 2013’an de xebatên yekîtiya netewî ku li başûrê Kurdistan hatibûn destpêkirin astengî çêkir, niha jî disa hewl dide bikeve dewrê. Ji ber ku yekîtiya Kurdan wek mirina xwe  binav dike. Hemû derfetên şerê taybet seferber kiriye û wê dîsa bixe dewrê. Li dijî vê yekê bi tedbîrbûn, li dijî her êriş û fitneye domandina xebatên yekîtiyê divê armanca bingehîn be.

Pêwîste di vê pêvajoyê de hesabên biçûk bidin aliyêkî. Bi partîzanî tev negerin. Divê ev hevdîtin tenê di nava du partiyan de neyên sînordarkirin, divê bibe malê hemû partiyên siyasî, hemû rêkkeftinên civakî û gel. Destpêkê divê pîvanên bingehîn yekdengî bin, ji bo ku pêvajo bi awayek tendurist û bi encam be, divê girêdana bi vê yekdengiyê ve neçarî be. Ev yek ne tenê wek rastiyekî, heman demê de wek neçariyekî xwe dide pêş.

ROLEK DÎROKÎ DIKEVE SER MILÊ RAGIHANDINÊ

Dîsa, bi taybet rola ku dikeve ser milê ragihandina Kurd pir giring û giringiyek dîrokî ye. Divê ji her helwesta  ku di kemînê de sekiniye, ji bo vê pêvajoyê sabote bike, tehrîk bike, yekîtiyê xirab bike dûr bikevin.  Ji ber ku şerê taybet ê Tirk, bi awayek veşartî-vekirî her rêbazê bikartîne, ji bo di hindir an ji derve de Şoreşa Rojava tasfiye bike hemû derfetên xwe xistine seferberiyê. Ji bo ku hevdîtinên di rojên dawî de pêk tên têkbibe ketiye tevgerê.

Divê ragihandin bi awayek tenê em nuçeyekî bidin tev negere, eger wisa be dê bibe xefletek mezin.

Ji ber vê jî, xebatên ku tên meşandin bi bîra berpirsyariyek dîrokî destgirtin, ji aliyê ragihandinê ve jî bi vî awayî girtina dest neçariyek e. Divê qet neyê ji bîrkirin ku, eger bi vî awayî bê destgirtin dê ji rêya dîrokî ya ku diçe azadiya Kurdan re bibin alîkar, berovajî wê dê bibe sedema gunehek mezin.

(bm)