Hevdîtina Pûtîn û Erdogan şerê li Idlibê gur dike

Komên çete yên destekê ji Tirkiyê digirin, êrîşî navendên hêzên rejîmê li rojhilatê bajarê Xan Şêxûn û Temana kir. Her wiha hêzên rejîmê bi çend saetan beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan ku tê payîn îro pêk were, hewl didin bi rêya balafirên şer, helîkopter û balafirên Rûsyayê êrîşê têk bibin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li gelek eniyên bejahiya rojhilatê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de şer rû dide. Ev êrîş a herî dijwar e ku ji aliyê komên çete ve li eniyên Selûmiye, Cedûiye, Til Meriq, Şem Hewa yê rojhilatê bajarê Xan Şêxûn û Temane ye.

Komên çete yên girêdayî Tirkiyê di aliyê bejahî de bi awayekî dijwar êrîş kir. Hêzên rejîmê jî helw dide bi rêya balafirên şer, helîkoptir û balafirên Rûsî bersiva êrîşê bidin. Her wiha bi awayekî dijwar topbaran di navbera herdû aliyan de rû dide.

Navenda Çavdêriyê kuştina gelek kesan di encama wî şerî de belge kir. 23 endamên hêzên rejîmê û 20 çete hatin kuştin.

Hêzên rejîmê gelek cih li bejahiya Idlib û Hemayê ji wan bajarê Xan Şêxûn û rêya navdewletî ya istratîjîk ku bajarê Heleb û Şamê bi hev girêdide piştî ku çeteyan xwe jê vekişand û heta Mork ku nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê li wê derê heye ku heta niha çarenûsa wê ne diyare, xist bin serweriya xwe de.

Ev êrîş ji aliyê komên çete yên destekê ji Tirkiyê digirin beriya hevdîtina di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan de der barê rewşa Idlibê û derdora wê de, pêk hat.

Kremlînê duh bersiva Erdogan ê ku got êrîşa rejîma bi desteka Rûsyayê ewlehiya niştîmanî ya Tirkiyê dixe metersiyê de, da. Her wiha got divê sînor ji radîkalên li Idlibê re were danîn.

(bx)


Mijarên Din