Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk cejna Qurbanê li gelê Sûriyê pîroz kir

Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê li herêma Efrînê cejna Qurbanê li gelê Sûriyê û alema islamê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya bidawîbûna dagirkeriyê.

Bi boneya cejna Qurbanê, Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê li herêma Efrînê peyamek weşand. Tê de cejn li hemû welatiyên Sûriyê yên li hundir û derveyî welat pîroz kir.

Her wiha hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin, xêr, bidawîbûna azarê gelê Sûriyê, vegera koçberan, bidawîbûna şer û dagirkeriyê û bibe wesîleya aramî û aştiyê li tevahî herêmê.

Partiyê di peyama xwe de bang li welatiyan kir ku tebdîrên tenduristiyê û xweparastina kesayetî bigirin da ku rê li ber belavbûna vîrusa koroaneyê venebe û cejn ji wesîleya şadiyê nebe amûra belavbûna nexweşiyê.

ANHA

 

 


Mijarên Din