Hevbendî: Destûra ku hêviyên gel bi cih neyne, wê têk biçe

Li Minbicê, salvegera 5‘emîn a damezirandina Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin,  destûra ku hêviyên gelê Sûriyê bi cih neyne, wê têk biçe.

Bi wesîleya salvegera 5‘emîn a damezirandina Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê  şahiyek bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê parka Etyan a li ser rêya Helebê ya li Minbicê hate lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê serokê buroya hevbendiyê ya Minbicê Hisên El-Osman axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û got, hevbendî bi çareseriya bi rêya dilyalogên siyasî bawer e, armanca wê avakirina Sûriyeke pirrengî ya ne nenavendî ye û wekheviya di navbera herdu zayendan e.

Piştre, daxuyaniya hevbendiyê ya bi bonseya salvegera wê ya 5‘emîn hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Bi boneya salvegera 5‘emîn a damezirandinê em teqez dikin ku em di hewldanên bi armanca rawestandina şerê li Sûriyê  û avakirineke welatek sûrî ku têra hemûyan dike û rêz ji hemû pêkhate û beşên wê re digire bi israr in. Em teqez dikin ku diyaloga di navbera hemû sûriyan de tekan e rêya xilasiya ji krîzê ye."

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de ku destûra hêviyên gelên Sûriyê bi cihe neyne wê têk bike" Em dibînin ku komîteya destûrî ya ku hatiye avakirin gelek kêmahî tê de hene, ji ber ku piraniya hêzên siyasî yên niştimanî yên aktîv tê de beşdar nebûn. Ev yek dê Sûriyê hîn bêtir ber bi parçebûn û belavbûnê ve bibe. Dibe ku ev komîte mîna kongreyên Cinêvê yên dîtir yên girêdayî rewşa Sûriyê be ji bo qezenckirina demê be. Lew re em dibînin ku pêwîst bi xebateke niştimanî heye da ku yektiya xaka Sûriyê biparêze û rê li ber hewldanên parçekirina Sûriyê bigire. Bêyî çareserkiya sûrî-sûrî ku mafên hemûyan mîsoger bike çareserî ne pêkan e."

Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan, domandina xeta têkoşînê heta bidawîkirina terorê û dagirkeriyê li Sûriyê û avakirina Sûriyeke pirrengî demokratîk da.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Ebo salvegera 5‘emîn a damezirandina hevbendiyê pîroz kir û banga hevgirtin û piştgiriya bi diyalogên sûrî-sûrî ji bo bidawîkirina aloziyê kir.

Ebo li ser komîteya destûrî jî got, bêyî beşdarbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserî ne pêkan e, heger hemû pêkhateyên gelên Sûriyê neyên beşdarkirin, destûr nû ronahiyê nabîne. Ebo anî ziman ku fikrê pirrengî û demokratîk ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin rêya ber bi aramiyê ve ye.

ANHA


Mijarên Din